Qesas: Bûyerên li herêmên dagirkirî diqewimin rastiya Tirkiyê eşkere dike

Interview with ANHA

Fîras Qesas diyar kir ku niyetên Tirkiyê ji bo tunekirina El-Nusra nîn in û diyar kir ku bûyerên li herêmên dagirkirîrî diqewimin felaket in ku rûyê Tirkiyê yê xirab eşkere dike.

Nakokî û tevlihevî di navbera çeteyên dagirkeriya Tirk de li herêmên dagikirî roj bi roj zêde dibin çi li Idlibê yan jî Cerablus û Efrînê. Tirkiyê heta niha nikare wan nakokiyan çareser bike û herêm ewle bike.

Girêdayî mijarê siyasetmedarê muxalif û serokê Partiya Nûjen û Demokratîk a Sûriyê Fîras Qesas ji ajansa me re di hevpevînekê de axivî.

Hevpeyvînê wiha ye;

*Nakokî li herêmên ku Tirkiyê dagir kirine hene. Komên çete yên girêdayî  Tirkiyê li ser parvekirina tiştên ku talan kirine û serwerkirina herêman pev dikevin, gelo hûn çawa rewşê dinirxînin?

Bûyerên ku li herêmên ji hêla Tirkiyê ve dagirkirî ,  keraset in û rûyê Tirkiyê yê ne xweşik eşkere dike. Siyaseta Tirkiyê ji her çavdêrekê ve xuya ye. Tirkiyê bi syaseta xwe hewl dide pêşeroja Sûriyê bike bin hegemoniya xwe, derfeta jiyana hevpar a pêkhateyan têk bibe û tecrubeya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Sûriyê pûç bike.

* Tirkiyê îdia dike ku dê herêma ewle li Bakurê Sûriyê ava bike. Tevî ku nikare ewlehiya bajarê Cerablusê ji 3 salan ve pêk bîne. Gelo hûn vê durûtiyê çawa dinirxînin?

Ev durûtiya Tirkiyê bingeha siyaseta Tirkiyê ye. Tirkiyê amade ye ku lêçûna wêrankirin, şer û dagirkeriyê bide, lê ne amade ye ku lêçûna ewlehiya gelê Sûriyê bide. Di rastiyê de ev durûtî siyaseta Tirkiyê tazî dike, niyetên wê eşker dike û maska ku hewl dide xwe li paş li hember beşek ji gelê Sûriyê veşêre dişkîne. Tirkiyê pêşeroja gelê Sûriyê pûç dike û rewşa ku dibe bibe bingehek guncew ji jiyana hevpar re binpê dike.

* Girêdayî Idlibê, Heyet Tehrîr El-Şam yanî Cebhet El-Nusra tevahiya rêyên ku Idlibê dighînin Efrîn qut kir. Rola Tirkiyê di vir de çi ye, Komên girêdayî Tirkiyê yên ku Cebhet El-Nusra wan ji gundewarê rojavayê Helebê ber bi Efrînê ve derxist gelo dibe ku li pêşberî Tirkiyê bisekinin. Bi taybet li gel ku Tirkiyê fonên wan kêm kirine û çeteyên mîna Sultan Murad li ser komên din tercîh dike?

Ti niyetên Tirkiyê ji bo tunekirina Cebhet El-Nusra yan jî şerê wê bike tune ye. Tirkiyê El-Nusra wek dijmin an jî xeterî li ser xwe nabîne. Ev rastiyek e, rola Tirkiyê di piştgiriya El-Nusra û tevahiya komên tundrew de li ser kesekî nayê veşartin. Ez texmîn nakim ku komên ajanên Tirkiyê tu rafteriyekê nîşan bidin. Ew komnan tundrew in û bi piştgiriya madî dixebitin. Eger alîkar û siyaseta wê/î hate guhertin ew jî xwe diguherin. Koma El-Sultan Murad ji komên din ne baştir e, lê belê kirîktir e. Mirov dikare bêje ku mîna kanserê ye û li hember her vînekê Sûrî ji bo xilasiyê û bicihanîna jiyana aştiyane û hevpar dibin asteng.

* Têkildarî rewşa Efrînê, binpêkirin li pêşberî çavên cîhanê berdewam in. Duh bi şev çeteyên El-Sultan Murad û El-Cebha El-Şamiya pev ketin. Gelo di encama wan binpêkirinan û tevliheviyê de dê rewş aloztir nebe?!

Gelek sînaryo li pêş nakokiyên ku li herêm û di navbera her du koman de rû didin hene. Lê pevketina dawî bi daxwaza Tirkiyê ve girêdayî ye. Tirkiyê bandor li El-Sutan Murad dike ev rastiyek e, bi texmîna min li ser El-Cebha El-Şamiyê jî bandor dike. Yanî rola Tirkiyê di her pevketinekê de di navbera her du koman de heye. Bi giştî divê em pişta xwe nedin mîna van nakokiyan û pevketinan di navbera koman de, lê divê em pişta xwe bidin hêzên berxwedêr ji bo ku dagirkeriya Tirk têk bibin û ajanên wê tune bikin. Ev her roja pêk tê û ez di wê baweriyê de me ku dê dagirkeriya Tirk ji Efrînê re tune bikin.

(şx)
ANHA