​​​​​​​Roza Salih: Kurd bi têkoşînê dê azadiya xwe bidest bixin

Interview with Roza Salih

Roza Salih got li Rojhilata Navîn demokrasî û mafên mirovan tune ye, gel ji bo bidestixtina mafên xwe bi çekan têdikoşin û diyar kir ku neteweya demokratîk ku ji aliyê rêber Abdullah Ocalan ve hatiye pêşxistin û li Rojava hate pêkanîn mînaka ku hêviyê dide gel.

Bernmzeta yekemîn a partiya Netewî ya Scotland ji Meclisa Giştî ya Birîtanî re a Herêma Galsgow Roza Salih tekez kir ku hovîtiya dewleta Tirk li dijî gelê Kurd didome tenê ji ber ew Kurd in û tekez kir ku binpêkirina mafên mirovan û demokrasiyê li Tirkiyê zêde bûye û mafên jinan têne binpêkirin. Her wiha Roza destnîşan kir ku hilbijartina Kurdên li Sûriyê ji xeta sêyemîn re ya herî rast e ji pêşeroja gelê Kurd re û rexne li NY`yê ji ber binketina wê li Sûriyê, kir.

Ajansa me ANHA`yê der barê aloziya Sûrî, rewşa Kurdan, rewşa Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê her wiha tecrîda ku li ser rêber Abdullah Ocalan tê meşandin hevpeyvîn bi Roza Salih re çêkir.

Hevpeyvîn wiha ye:

ROZA SALIH KÎ YE?

Ez li Kurdistanê jidayik bûme û li Scotland mezin bûm heta ku temenê bû 22 sal. Ez û malbata xwe weke koçber hatin Galsgow û ji wê demê de bûye welatê me. Ez niha dixwazin nûnertiya bajarê bikim û di cihekî sereke di parlementoya Scotland de bim.

Malbata min ji destpêkê de di nava siyasetê de ye û ji bo azadî û demokratîk li Kurdistanê têkoşiya. Dapîrê min û du apê min ji aliyê rejîma Iraqê ve hatin darvekirin. Apekî min di nava pêşmergeyan de bû û dema li ser çiyayê Kurdistanê têdioşiya jiyana xwe ji dest da û yê din jî zêdetirî 15 salan di girtîgeha Ebû Xirêb de girtî ma. Ji ber vê yekê jî dema ez hatim Scotland û Birêtaniya min dixwest rewşa mafê penaberiya bibînim. Ez di temenekê biçûk de tev li siyasetê bûm. Wê demê temenê min 15 sal bû. Min di dibistana Drumchapel de dixwend. Ez tev li hemleya ji bo parastina mafên koçberan bûm. Ew hemle biser ket û me destek ji gelek partiyan girt. Em bi navê Glasgow Gils (Keçên Glasgow) li Scotland û Birîtaniyayê hatin naskirin. Ev ji min re di temenekî biçûk de bû çavkaniyek û hişt ku ez qanûn û siyasetê di Zanîngeha Strathclyde de ya di navenda Glasgow de, bixwînim. Min xwest ku nûnertiya xwendekaran bikim. Ez derbasî hilbijartinan bûm, ez biser ketim û min nûnertiya zêdetirî 20 hezar xwendekar di 2013 – 2014`an de kir. Di sala 2014`an de di zanîngehê de me endametiya rumetê da rêber Abdullah Ocalan. Vê yekê hişt ku ez zêdetirî li ser jiyana Ocalan û kokên xwe yên Kurdî, bixwînim.

ÇAWA ROZA SALIH RÊYA XWE BER BI PARTIYA NETEWÎ YA SCOTALND VE BIR?

sala 2014`an ji bo min pir balkêş bû, ji ber ez tev li referandoma Scotalndê bûm. Ez di çalakiyên zanîngehê de pir çalak bûm. Min piştrast dikir ku navê hemû xebatkaran hatine qeydkirin û tev li referandomê bûne. Ez ji kesên ku banga serxwebûna Scotlandayê dikir. Ez di desteya zanîngehê de bûm berpirsa xwendekarên ku ez hilbijartim da ku bi navê wan biaxivim. Ji vir hemleyên min ji bo wekhevî û pirrengiyê ji zanîngehê dest pê kir. Zanîngeha Strathclyde bû yekemîn sazî ku mafê penabertiya siyasî dide xwendekaran. Vê yekê pir bandor li min kir. Min dixwest ku fêrbûn ji her kesî re be. Di wê demê de kesên ku mafê penabertiya siyasî dixwest, ew derfet girtin.

Her wiha ez tev li Yekitiya Bazirganiyê bûm. Her wiha ez derbasî meclisa Glasgow ya herêmî bûm. Vê yekê gelek derfet da min ku ez bi navê gelê Kurd di parlementoya Birîtaniyayê de biaxivim û min piştrast dikir ku dengên kurdî der barê Efrîn, Kobanê, gelek bajarên Rojava, parastina mafên kurdî û banga demokrasiyê li Rojhilata Navîn tê guhdarkirin. Ez tev li partiya Netewe ya Scotland  bûm. Partiya ku banga serxwebûn û demkrastiyê ji Scotland re dike. Ez niha kesayeta destpêkê di partiyê de li herêma Galsgow me.

DIYAR E KU JIYANA LI GALSGOW ILHAM DA TE, DEMA TU JI KURDISTANÊ DERKET GELO SCOTALND ARMANCA TE BÛ?

Çûna min ber bi Scotland ve tesaduf bû. Ji Londonê em ber bi Galsgow ve bi rêya sîstema penabertiyê, hatin şandin. Ez ji bo vê yekê pir kêfxweş bûm. Gelek tiştên wekhev di navbera gelê Kurd û gelê Scotland de hene. Ez texmîn dikim ku di sala 2014`an de destpêka min ku ez rêya xwe di nava partiya Netewî ya Scotland de bi rêya referandomê vekim. Di referandomê de gelê Scotland derfet dît ku dengê xwe bikar bîne û ev yek jî bi şêwazekî demokratîk hate kirin. Ji vir ez tev li refrandomê bûm û partiyê hişt ku ez vê yekê bikim. Ji bo gelê Kurd ev dozeke pir zehmet e. Li Başûrê Kurdistanê gelê Kurd banga serxwebûnê dike. Fikrên Rêber Abdullah Ocalan banga rengekî ji xwesertiyê dike. Ez bawer dikim ku di gelek aliyan de weke hev in, lê nasnam û ziman cûda ne.

-TE GOT "SERXWEBÛN HER TIM DI XWÎNA MIN DE BÛ", EV GOTINA ROZA SALIH LI KURDISTAN YAN JÎ LI SCOTLAND DIYAR DIKE?

Xewna gelê Kurd ku di rojekê de serxwebûna xwe bidest bixe. Lê ev yek ne hêsan e. Lê divê destpêkê demokrastî pêk were paşê serxwebûnê bidest bixin. Lê nikarin xwe bighînin serxwebûnê heger demokrasî pêk neyê. Tişta herî girîng di vî bajarê de ku dema ez li Scotland dijiyam ku demokrasiya gel heye. Mafê wî yê dengdayînê berovajî Rojhilata Navîn e ku li Rojhilata Navîn demokrastî û mafên mirovan tune ye û mirov bi çekan têdikoşin da ku mafên xwe bidest bixin û li vir ev yek bi pênûsê tê kirin.

TEVÎ HEMÛ HEWLDAN Û ÎNSIYATÎFÊN ÇARESERKIRINA ALOZIYA SÛRÎ LÊ HÎN JÎ RONÎ NEDÎTIYE, GELO SEDEM ÇI YE?

Ez texmîn dikim ku şerê Sûriyê pir zehmet e. Tişta ku bi serhildaneke gelêrî ji ber bêkariya zêde, hilweşandina mezin û banga mirovan ku ji Beşar El-Esed azad bibin dest pê kir veguherî şerekî navxweyî û di encama wê de gelek kuştî û kesên windayî çêbûn. Her wiha bi milyonan koçber çêbû û ev tiştekî karasete. Gelek encamên vê hene. Yek ji wan ku hêzên derve yên li herêmê girîngiyê didin berjewendiyên xwe yên taybet weke Îran, Rûsaya, Tirkiyê, dewletên kendavê, Amerîka û Ewropa. Pere, çek û gelek kes hatin şandin û ji ber wê jî dewleta Îslamî derket û civaka navneteweyî wê weke xeteriyeke mezin dibîne. Şerê gelê Kurd li dijî dewleta Îslamî û mînaka Kobanê şahida vê yekê ye. Di wê demê de me meş ji bo Kobanê lidar xist. Me cilên piştgirtiya bi Kobanê re û têkbirina dewleta Îslamî re çêkirin. Ev yek ji gelê kurd re weke hêviyekê bû da ku dewleta Îslamî têk biçe. Ez texmîn dikim ku gelê Kurd ev yek pêk anî û li herêmê bilind bû da ku gelê Kurd banga maf û rêveberiya xweser bike. Ez texmîn dikim ku gelê Kurd li dijî El-Esed şer nekir û NY`yê di însiyatîfa aştiyê li herêmê de bi bin ket lê belê di demên dawîn de erêkirin ku derbasî hilbijartinên azad û paqij bibe û ji ber vê jî di pêşeroja nêz de dê bi xwe re hêviyê ji gelê Sûriyê re bîne.

-TE GOT KURDAN LI DIJÎ REJÎMÊ ŞER NEKIR, EV YEK ERÊNÎ BÛ YAN NEYNÎ BÛ?

Di nêrîna min de diviya bû ku Kurd tenê parastina mafên xwe bikin û li tişta ku sûdê dide wan bigerin. Ji ber ew di cihekî de ku dewleta Tirk êrişî wan dike, Efrîn û herêmên din ji Bakur û Rojhilatê Sûriyê dagir kir. Hevalên Kurdan pir tune ne. Gelek dijmin li derdora wan in û çi şêwaz û cûreyê ji parastin û aştiya ji nasnameya me re divê sûdê jê bigrin. Tu rê ji bilî wê li gel Kurdan tune bû. Diviya bû ku sûdê ji derfetê bigrin. Ji bo min weke Kurdekê ku li Scotland dijî ez texmîn dikim ku wan rêya herî baş ji bo pêşeroja gelê Kurd, hilbijartiye.

-LI ROJAVA HEGER MIROV LI BAŞÛR BINÊRE ŞAM E, HEGER LI BAKUR BINÊRE TIRKIYÊ YE, ÇIMA RÊ DIDIN DEWLETA TIRK KU ÊRIŞÊN LI DIJÎ ROJAVA PÊK BÎNE?

Gelek berjewendiyên aborî û kapîtalizm roleke mezin di vî alî de dilîzin. Ev yek jî bû sedema bêdengiya li beramberî sûcên ku dewleta Tirk ji kuştin, êşkencekirin ku heta nûçegihan, rojnamevan jê bê par neman, kirine. Hin kes hatin kuştin ji ber rastî digotin. Ez ji nêz ve vê yekê dişopînim. Ez texmîn dikim ku civaka navneteweyî helwesta rast li dijî Tirkiyê pêk neanî. Ji ber berjewendiyên gelek ji wan ên aborî bi taybet ên girêdayî penaberan ku dewleta Tirk bi vê yekê gefan li dewletan Ewropayê dixe û dibêje ku ew ê rê li pêşiya penaberan veke da ku sînor derbas bikin û derbasî Ewropayê bibin, hene. Dewleta Tirk bi vî şêwazî di aliyê siyasî de tev digere. Gefan dixwe, gelan keysbaz dike û vê yekê bi awayekî baş bi civaka navneteweyî re weke Almaniyayê bikar tîne. Ev pirsgirêke ku divê mirov li hevalan bigere da ku behsa gelê Kurd bikin. Ev yek roleke mezin ji jinên li Ewropayê dixwaze da ku destekê bidin Şoreşa Rojava ji ber ew şoreşa jinê ye.

-GELÊ SCOTLAND ÇAWA ŞOREŞA ROJAVA KU XETA SÊYEMÎN HILBIJARTIYE, DINIRXÎNIN?

Gelê Scotland dibîne ku sîstema hevserokatî û sîstema komînal a herêmî ku gel tev li girtina biryaran di komîn û meclisên herêmî de dibe, baweriyê dide kesên ku tev li çareseriya demokratîk bûne. Her wiha li Scotland û Ewropayê bi awayekî mezin ji ber nêzîkbûna cûda li şoreşa civakî li Rojava dinihêrin ku rengek ji rêveberiya xweser li Bakur Sûriyê ava bike û sîstemeke ku ji bo kesan dixebite ne ji bo jinûve gerandina rêveberiyên berê li Bakurê Sûrî û hewl dide tiştekî nû ava bike ku di pêşerojê de hêviye dide gel.  

LI ROJAVA JINAN ROLEKE SERKÊŞ DI HEMÛ ALIYÊN JIYANÊ DE LÎSTINE, ROZA SALIH ŞOREŞA ROJAVA ÇAWA DIBÎNE?

Ez wekî Kurdeke ku Scotland dimînim, cesareta jina Kurd ji şerê li dijî DAIŞ`ê û beşdarbûna hemû qadên civakê wekî tenduristî û perwerdey û hwd, îlham da min da ku ez zêde agahiyan li ser wan zanibim û ez bibim dengê wan. Her wiha wekhevî bandorke taybet li min kir û ev şoreşa jinê ji vê yekê gelekî mezintir e û rolek di civaka navneteweyî lîst. Şoreşa kurdî li Rojava piştî ku jinê rolek di şoreşê de lîst û banga wekheviyê di navbera herdu zayendan de kir ku ev yek ji bo jina Kurd ji têkoşîna li dijî faşîzimê girîngtir e, bû çavkaniya îlhamê. Di heman demê de, da ku jin rola xwe di nava civakê de vegerîne, vê têkoşînê dike. Ez bawerim ku jinê ev yek di Rojava de pêk anî. Jin di Rojava de, hewl dide vê têkoşînê di hemû qadên jiyanê de pêk bîne. Ev yek jî taybetmendiyeke jinan li Rojava ye û ev ne tenê şoreşeke, lê belê ew şoreşeke jinan e. Me gelek şoreş dîtin, lê jin têde tune bûn. Tu nikarî guhartinê çêbikî û an jî şoreşekê çêbikî, eger nîvê civakê tune bû.

RÊBER OCALAN JI SALA 1999`AN VE DI TECRÎDÊ YE, ÇIMA HEMÛ ÇARESERIYÊN WÎ TÊNE PAŞGUHKIRIN?

Di rastiyê de ez parçeyek ji şandeyeke ji bo Îmraliyê bûm da ku zanista der barê helwesta Tirkiyê zêde bikin. Ji bo min weke erkdarekê derfetê tiştekî nû da min û rewşên li Tirkiyê ji min re eşkere kir. Weke girtiyekî siyasî yan jî girtiyekî normal tu mafên Rêber Ocalan tune ye. Ji bo vê yekê jî ez bêjim em nizanin çi di hundirê zindanê de diqewime.

Dibe ku tê êşkencekirin. Me dît ku çawa parêzerê wî hate girtin dema ku parastina mafên wî kir. Hovîtî li dijî gelê Kurd didome tenê ji ber ew Kurd in. Zehmetî, binpêkirina mafên mirovan û demokrasiyê zêde bûye. Mafên jinan têne binpêkirin.

Li Tirkiyê gelek jin nayên parastin û gelek dozên wekî vê ku civaka navneteweyî der barê wan de tiştekî hindik dike. Neteweya demokratîk ku ji aliyê Ocalan ve hatiye pêşxistin û li Rojava hatiye pêkanîn  mînakeke girîng e ji ber banga hevkarî û alîkariya di navbera jin û mêr de di hemû aliyên ku pêwîstiya gel pê heye, dike. Ji ber wê jî hêviyeke mezin dide gelê Rojava û metirsiyê li gel Tirkiyê çêdike. Ji ber ew digirse ku ev fikir bighêje gelê li Tirkiyê. Dewleta Tirk a ku gereke nekeve fikran, pir bi fikar e. Bi hemû hêvî dê rojekê demokrasî li Tirkiyê pêk were. Dewleta Tirk rêya rast nagire û dê encamên kirinên wê hebin. Di dawiyê de demokrasî dê pêk were.

GOTINEKE TÊKILDARÎ CEJNA NEWROZÊ JI GEL Û JINA KURD RE?

Newroz li tevahî gelê me pîroz be. Ez bi hêvî me ku rojekê em azadiya xwe bidest bixin. Divê tim têbikoşin û em ê bidest bixin.

(bx)

ANHA