Şahoz Hesen serdana Barzanî rexne kir: Divê nekeve xefka Erdogan

Interview with EKREM BEREKAT –EHMED SEMÎR

Şahoz Hesen diyar kir ku bangewazî û hewldanên armanca yekitiya netewî ji bo gelê Kurd gelekî girîng in û got: "Erdogan hewl dide gelê Kurd ji hev bixe, êrişên xwe rewa bike. Divê Mesrûr Barzanî vê nuqteyên bizane û nekeve xefka wî."

Hevserokê Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD Şahoz Hesen pêşketinên dawî li ser asta Kurdistanê, girêdayî wî êrişên dagirkeriya Tirkiyê û Komîteya Bingehîn a Destûra Sûriyê ji ANHA‘yê re nirxnd.

Hevpeyvîn wiha ye:

*Artêşa Tirk a dagirker êrişên xwe yên li ser herêmên Bakur û Rohilatê Sûriyê, herêmên Başûrê Kurdistanê, her wiha girtina siyasetemedaran li Bakurê Kurdistanê didomîne, hûn van êrişan çawa dinirxînin, çima dagirkeriya Tirkiyê hebûna Kurdan dike hedef?

Bi rastî ev pêvajo pêvajoyeke dirêj e, dewleta Tirk û hikûmeta wê ya heyî zihniyeta faşîzmê didomîne û hebûna Kurdan dike hedef, dibîne ku pirsgirêkên wê di tinekirina gelê Kurd de çareser dibe, ev şaştiyeke dîrokî ye ku hikûmeta heyî dike, ev êrişên ku pêk tîne pişperdeyên wê yên stratejîk hene ku bandorê li tevahî herêmê dike.

Li ser vê yekê gelê Kurd têkdikoşe û li dijî siyasetên înkarkirinê yên dagirkeriya dewleta Tirk disekine, ev berxwedanî niha li herêmên Rojava û Bakur û Rojhilatê Sûriyê di lûtkeyê de ye. Gelê Kurd bi berxwedana xwe ji cîhanê re da diyarkirin ku ew ji bo azadî û aştiyê têdikoşe. Zihniyeta Tirkiyê xwe dispêre zihniyete faşîst û siyasetên qirkirin û guhertina demografî li dijî gelên me pêk tîne.

Tişta niha dide xuyakirin siyaseteke qirkirina gelê Kurd ji aliyê pergelên dîktator ve tê meşnadin. Siyaseta ku dewleta Tirk a dagirker li ser Kurdistanê pêk tîne ne rêya çareserkirina aloziyên heyî ye, ji ber gelê Kurd bi vê berxwedanê û têkoşîna xwe ya domdar gihiştiye vê qonaxê. Tevî pêvajoya heyî û şertên zehmet, tevî êrişên hovane û siyasetên qirkirinê yên li dijî gelê me gelê me berxwedaneke leheng raber dike, ev berxwedan ji bo rûmetê ye û li tevahî cîhanê deng veda. Em di wê qenateê de ne ku gelê me wê biserkeve, dîrok îsbat kir ku zihniyeta dîktator li hemberî îradeya azad a gelê berxwedêr bisernakeve.

*Bi mebesta yekitiya Kurd û Kurdistanê gelek bangewazî û hewldanên hatin avêtin. Li derveyî welat rewşenbîr û hunermendan ji bo yekitiya refa Kurdî mûbadereyeke nû avêt, hûn van mûbadereyan çawa dibînin?

Di bangewaziyên ku ji bo yekitiya kurdî têne avêtin de diyar dibe ku gelê Kurd di pêvajoyeke hestiyar û çarenûsî re derbas dibe. Çarenûsa gelê me niha li ser masê ye. Ji bo yekitiya kurdî li ser erdê pêk were divê partî û hêzên siyasî hemû yekitiya xwe ava bikin û banga gel a yekkirina xîtabê û yekitiya refê di çarçoveya Berxwedana Rûmetê de pêk bînin. Divê hêz û partiyên siyasî dengê aqil û dengê gel ê banga yekitiyê li Rojava, Bakur, Başûr û Rojhilatê Sûriyê dike guhdar bike.

Bangewazî û mûbadereyên hatine ragihandin, çi ji aliyê Hêzên Sûriya Demokratîk be, çi ji aliyê rewşenbîr û hunermendên li derveyî welat bin, pir girîng e, ev dide diyarkirin ku yekitiya netewî pêwîstiyeke sereke û jiyanî ji bo gelê Kurd ye, divê nakokî û cûdabûna nêrînên siyasî li pêşiya yekitiya netewî nebe asteng, divê her kes berjewendiyên gel di ser berjewendiyên kesayetî, partiyekî û malbatî de bigire.

*Li Kurdistanê jî ji bo yekitiya Kurdî mûbadere hebû, em dibînin ku dagirkeriya Tirk êrişên xwe zêde kirine, her wiha hewl dide hin aliyan wekî nûnerên gelê Kurd bide xuyakirin, bi vê yekê êrişên xwe yên li ser herêmê Bakur û Rojhilatê Sûriyê rewa bike û hin partiyên û hêzên ji bo gelê Kurd têdikoşe bi terorê tewanbar dike. Delîlê serdana dawî ya Mesrûr Barzanî ji bo Tirkiyê ye, bi nêrîna we armanca van siyasetên Tirkiyê yên li dijî gelê Kurd çi ye?

Destpêkê dixwazim îşaretê bi vê yekê bikin ku zihniyeta faşîst a Tirkiyê bi berxwedana gelê me ber bi hilweşînê ve diçe. Dîsa projeya ku Erdogan pêşkêş dike ji aliyê dewletên cîhanê û ewropayê û ji aliyê gelê me yê berxwedêr û gelê Tirkiyê ve nayê qebûlkirin, tenê dewleta Qeterê piştgiriyê dide projeya Erdogan.

Niha Erdogan tenê maye, di êrişên xwe yên li dijî gelê me destek ji aliyê dewletên cîhanê negirt, Erdogan niha hewl dide êrişên xwe rewa bike û hêzên nêzî xwe wekî Qeter û beşek ji hikûmeta Lîbyayê dawet dike da ku ji raya giştî re dibe xuyakirin ku ew ne tenê ye.

Her wiha Erdogan bi rêya van vexwendiyên xwe ên daw hewl dide dengê gelê bisekinîne û rewabûneke siyasî bide qirkirina li dijî gelê me, lew ra divê hikûmeta Kurdistan û birêz Mesûrû Berzanî li ser vê xalê têgihiştî be û neke xefa Erdogan.

*Di demên dawî de komîteyek ji bo danîne destûra nû ya Sûriyê hate avakirin, pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji komîteyê hate dûrxistin, tê gotin ku ev komîte têkçûye, di nêrîna we de çima hûn jê hatin dûrxistin û çima komîte tiştek bi ser nexist?

Çima pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji komîteya destûrî hate dûrxistin û çima komîteya destûrî têk çû bi hev ve girêdayî ne. Çareserkirina aloziya Sûriyê bi awayekî siyasî divê îradeya gelê Sûriyê bigire, her kes vê dibêje, lê di aliyê partîkî de tiştek nîne.

Beriya civîna komîteya destûrî Îran, Rûsya û Tirkiyê çûn Cinêvê texmî ku Pedersen ev dewlet venexwendibûn civînê. Van dewletan daxuyaniya piştgiriya komîteya destûrî dan. Her kes dizane ku ev hersê dewleta bi bandor in li aloziya Sûriyê ne û dayîna wan ji daxuyaniyên bi vî awayî diyar dike ku çareserkirina aloziya Sûriyê divê li gorî berjewendiyên wan be û delîlê afirandina astengiyan li pêşiya çareserkirina aloziyê ye.

Girêdayî wê dûrxistina pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û hêzên demokratîk ji vê komîteyê nîşaneya ku çareserî ji aloziyê re peyda nabe, ji ber aliyên beşdarî komîteyê rejîma Sûriyê ye ku bi zihniyeta netewperst û desthildar ve girêdayî ye, aliyê din jî Îxwan El-Muslimîn a desteka xwe ji Tirkiyê digire, ku di salên dawî ji aloziya Sûriyê re rûyê wan eşkere bû, Îxwan sîwana hemû çeteyên ku desteka xwe ji Tirkiyê digirin û armancên wan pêk tînin ji ber vê yekê çareserkirina aloziya Sûriyê bi rêya mîna van komîteyan ne pêkan e.

Dûrxistina pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê yên ji bo azadî û demokrasiyê têdikoşin û ji dijî DAIŞ‘ê şer kirine ji vê nîqaşên der barê çarserkirina aloziyê Sûriyê şaştiyeke mezin e, her kes dizne ji Neteweyên Yekbûyî bigire heta garantorên Astan û komên biçûk. Yên dixwazin çareseriyê ji aloziya Sûriyê re peyda bikin divê hemû nûnerên Sûriyê beşdar bikin û divê îradeya azad a gelê Sûriyê ya dûrî mûdaxeleyên derve esas bê girtin.

(bb/bm)

ANHA