Salih Muslim:  Gelê Kurd û Kurdistanê peyam dan ku rêberê me Ocalan e

Interview with ​​​​​​​Salih Muslim

Salih Muslim got: "Newroz çalakiyeke siyasî ye ku bi rêya wê gelê Kurd û Kurdistanê peyamek dan dijmin û tevahî cîhanê ku yê nûnertiya gelê Kurd dike rêber Abdullah Ocalan e û yê ku dixwaze doza Kurd çare bike û têkiliya bi gelê Kurd re deyne, divê danûstandinê bi rêber Ocalan re pêk bîne."

Endamê Desteya Hevserokatiya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Salih Muslim got, cejna Newrozê çalakiyeke siyasî ye û Newroza 2021‛an Newroza vejînê li hember planên qirkirinê ye. Muslim got ji hêmanên bingehîn ên cejna Newrozê berxwedan, berxwedana ji bo azadî, demokrasî û berxwedana jiyana hevbeş û azad e.

Salih Muslim eşkere kir ku gelê Kurdistanê di Newrozê de gelek peyam dan hêz û dewletên ku digotin dewleta Tirk dewleteke bihêz e û gelê Kurd nikare li hember wê tiştekî bike.  Muslim diyar kir ku di wan peyaman de hate eşkerkirin ku gelê Kurd gelekî berxwedêr e û dikare li hember dewleta Tirk a dagirker bisekine û ya herî girîng jî ew e ku gelê Kurd Newroz li wan dewletan pîroz kir.

Naveroka hevpeyvîna bi Salim Muslim re wiha ye:

HÛN ÇAWA NEWROZA 2021‛AN DINIRXÎNIN?

Destpêkê ez cejna Newrozê li gelê me pîroz dikim, gelê me di van rojan de û di vê merheleya hestiyar û dîrokî de li ber xwe dide û bi rêya Newrozê bangên xwe yên rewa kirin.

Cara yekemîn e em dibêjin Newroza îsal Newroza vejînê ye, dijmin bi rêya êrişên bênavber hewl dide nasnameya gelê me biçewisîne û gelê me gelek peyam ji bo raya giştî ya cîhanê, gelê herêmê û dostên xwe şandin.

Li vir dixwazim li ser girîngî û xwezaya Newrozê biaxivim, Newroz di rastiyê de çalakiyeke siyasî ye û bandorê wê heye ku ji hezar salan ve, ji hêla gelên Mezopotamayê, gelê Arî û gelê Afganî ve tê pîrozkirin. Gelê Kurd her sal Newrozê pîroz dike û nîşaneyên wê yên dîrok hene.

Çima ez dibêjim Newroz çalakiyeke siyasî ye? Ji ber hin hewl didin wê ji naveroka wê ya bingehîn derxinîn û weke seyaranê pêk tînin, di rastiyê de Newroz ne wisa ye.

Xwezaya Newrozê ew e ku roja azadî, aştî û jiyana hevbeş e, roja lêgerîna azadî û aştiyê ye. Her kesê/a ku Newrozê pîroz dike, banga vê yekê dike. Her kesê/a ku bi hatina Newrozê pîroz dike, ji ber ku çalakiyeke siyasî ye pîroz dike. Dema serokê Amerîkayê û wezîrê karên derve yê Amerîkayê, serokwezîrê Kendayê û tevahî cîhanê Newrozê pîroz dikin, ji ber ku çalakiyeke siyasî û ne seyaraneke pîroz dikin.

Di Newroza 2021‛an de, rastiya Newroza ku em li ser diaxivin, tê îsbatkirin, tevahî şêniyên gelê Kurd û Kurdistanê yên li gund û bajaran derketin û bi dengekekî banga azadî, demokrasî û jiyana hevbeş kirin. Ji lew re divê gelê me rastiya Newrozê binase û xwedî li têgeha siyasî ya Newrozê derkeve.

WE GOT KU NEWROZ ÇALAKİYEKE SİYASÎ YE, BERİYA HATİNA NEWROZÊ GELEK ÊRİŞ Lİ DİJÎ GELÊ KURD Û KURDİSTANÊ HEBÛN, Lİ BAŞÛRÊ KURDİSTANÊ JÎ ÊRİŞÊN DEWLETA TİRK RANEWESTÎN, DEWLETA TİRK A DAGİRKER ÊRİŞÊN Lİ DİJÎ BAKUR Û ROJHİLATÊ SÛRİYÊ Bİ TAYBET Lİ DİJÎ EYN ÎSAYÊ ŞEVA NEWROZÊ PÊK ANÎN Û Lİ BAKURÊ KURDİSTANÊ JÎ GELEK HEMLEYÊN QİRKİRİNÊ Lİ DİJÎ GELÊ KURD HENE, TEVÎ WÊ JÎ GELÊ KURD Û KURDİSTANÊ ÇALAKİYÊN MEZİN Lİ DAR XİSTİN, HÛN ÇAWA VÊ YEKÊ DİNİRXÎNİN?

Belê, ji yek wateyên bingehîn ên cejna Newrozê berxwedan, berxwedana ji bo azadî, demokrasî û berxwedana ji bo jiyana hevbeş û jiyana azad e. Dîroka herêmê vê yekê piştrast dike. Ji aliyekî ve li ber xwe didin û ji aliyekî ve jî dîlanan digerînin. Ev tevahî rihê gelê Kurd îsbat dike. Hûn baş dibînin ku şervanên azadiyê (gerîla) agirê Newrozê pêdixin û dîlanan digerînin û piştre çalakiyan li dijî dijmin pêk tînin û mînakeke din jî artêşa Tirk a dagirker êrişî Eyn Îsayê dike û gel di naverasta navçeyê de Newroz pîroz kir.

YA HERÎ BALKÊŞ Jİ NEWROZA 2021‛AN EW BÛ KU TEVAHÎ PÊKHATEYÊN BAKUR Û ROJHİLATÊ SÛRİYÊ Jİ KURD, EREB, SURYAN, ÇEÇEN Û TİRKMEN BEŞDARÎ ŞAHİYÊN NEWROZÊ BÛN, Bİ NÊRÎNA WAN SEDAMA YEKİTİYA VAN PÊKHATEYAN Çİ YE KU Bİ HEV RE PÎROZBAHİYÊ DİKİN?

Belê, gelê Kurd meşaleya Newrozê pêxist û xwedî lê derket, lê Newroz cejna tevahî pêkhateyên Mezopotamyayê bû. Dehaqê ku zulm li gelan dikir, ne tenê zulm li gelê Kurd dikir, di heman demê de zulm li tevahî gelên herêmê dikir. Mîdiyan di dema serhildana li dijî Dehaq de federasyonek ava kir û tevahî pêkhate ji Kurd, Ereb û Suryan hembêz kir. Di roja me ya îro de jî banga rêber Abdullah Ocalan ya vejandina jiyana hevbeş li herêmê, ji nû ve rihê Newrozê geş dike.

WE RÊBER ABDULLAH OCALAN Bİ BÎR XİST, Lİ VİR DİXWAZİM ÎŞARETÊ Bİ PÊKHATEYÊN BEŞDARÎ ŞAHİYÊN NEWROZÊ BÛNE BİKİM Û WAN DA ZANÎN KU DİXWAZİN AGAHİYÊ RAST Lİ SER TENDURİSTİYA RÊBER OCALAN BİZANİBİN, GELO HÛN VÊ YEK ÇAWA ŞÎROVE DİKİN?

Belê rêber Abdullah Ocalan li Kurdistanê ji dayik bûye û çanda Kurdistanê hildigire, banga mafên gelê Kurd kir, lê rêber Ocalan bi fikir û îdeolojiya xwe banga rizgariya gelan ji zulm û destpotiyê dike. Niha jî felsfeya Ocalan li Misir, Bexda, Şamê, Ewropa û gelên dewletên cîhanê tê xwendin. Ji ber ku ev gel rizgariya xwe di fikirê rêber Abdullah Ocalan de dibîne.

Niha jî gelê Amazigî yê li başûrê Afrîkayê fikirê rêber Abdullah Ocalan dixwînin û peyamên pîrozkirina cejna Newrozê ji gelê Kurd re şandin. Her kesê/a ku bi fikir û îdeolojiya jiyana hevbeş ku rêber Abdullah Ocalan bawer dike, ji bo wî têdikoşe.

Hin dibêjin ku rêber Ocalan li Bakurê Kurdistanê hatiye dinê, lê fikirê wî sînorê herêmê derbas kir. Ger gelê Amazigî xwest pergalekê li gorî fikir û felsefeya rêber Ocalan damezrînin ev ne şaş e, em li Bakur û Rojhilatê Sûriyê li gorî fikir û felsefeya rêber Abdullah Ocalan tev digerin, ev jî ne tê wateya ku em girêdayî PKK’ê ne.

Ocalan fikir, felsefe û îdeolojiya xwe pêşkêş kir û bûn milkê tevahî mirovahiyê, her kesê/a dixwaze sûdê jê wergire, dikare li gorî xwezaya xwe sûdê jê wergire.

Di Newroza îsal de, tevahî pêkhate xwedî li fikir û felsefeya rêber Abdullah derketin û ev jî mafekî xwezayî ye û tu mafê kesî tune ye ku bibêje hûn çima xwedî li fikir û felsefeya rêber Ocalan derdikevin. Mafê min nîne ku ez ji gelê Indonesiya re bibêjim ku hûn çima Qurana pîroz dixwînin tevî ku bi zimanê erebî hatiye nivîsandin.  Mafê min nîne ku ji gelê Amazigî re bibêjim ku hûn çima pergala xwe li gorî fikir û felsefeya rêber Abdullah Ocalan dadimezirînin, heke wan xwest ku damezrîne.

DI NEWROZA 2021’AN DE GELÊ KURD Û KURDİSTANÊ GELEK PEYAM DAN, HÛN ÇAWA VAN PEYAMAN DİXWÎNİN?

Di destpêkê de ez dixwazim balê bikişînim ser peyama ku ji bo dewleta Tirk hatiye şandin, di peyama gelên herêmê de hate ku dijmin planan ji bo derbekirina projeya neteweya demokratîk ji 2014’an de datîne, ji Şengalê heta bi Kobanê planan datîne. Dijmin bajarên Kurdan li Bakurê Kurdistanê rûxandin û ji 6 salan ve êrişî Başûrê Kurdistanê dike, lê em dibêjin hûn çi dikin bikin hûn nikarin vî gelî têk bibin, ev gelekî zindî û berxwedêr e, şervanên wî hene û hûn nikarin şerê li dijî me berdewam bikin.

Di peyama gelên herêmê ya ji hêz û wan dewletan re ku digotin dewleta Tirk dewleteke bihêz e û gelê Kurd nikare li ber xwe bide ew e ku gelê Kurd gelekî berxwedêr e û dikare li hember dewleta Tirk a dagirker bisekine û ya herî girîng jî gelê Kurd Newroz li wan dewletan bi xwe pîroz kir.

Di peyama hundirîn ji gelê Kurd re, ku ji bo hin aliyên ku idîa dikin ku gelê Kurd parçekirî ye wiha tê de hate eşkerekirin, gelê Kurd li çar paçreyên Kurdistanê yek e û çarenûsa wî bi hev ve girêdayî ye û dijminê wî yek e. Ev peyam jî ya herî baş bû.

Di Newroza Rojava, Başûr, Bakur û Rojhilatê Kurdistanê de tevahî diruşme yek bûn, nûnertiya gelê Kurd dikirin û muxatebê gelê Kurd rêber Abdullah Ocalan dikir. Ji ber ku rêber Ocalan dixwaze doza Kurd çareser bike û ji bo têkildayîna bi gelê Kurd re divê danûstandin bi Ocalan re pêk bê. Ev peyam jî bi taybet ji bo dewleta Tirk e.

Di Newroza 2021’an de gelek peyam hatin şandin û pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê îsbat kir ku hevgirtî ne û yekitiya xwe di bin banê Rêveberiya Xweser de ava kir.

NİHA Jİ GELÊ KURD Û KURDİSTANÊ Çİ TÊ XWESTİN?

Gelê herêmê di xeta têkoşînê de berdewam e, divê em girîngiyê bidin peyamên ku ji Newroza 2021‛an bi derketine, çi siyasî yan jî dîplomasî yan jî li ser asta têkiliyan dibin bila bibin, û van têxin planên xwe, di serî de jî azadiya rêber Ocalan.

Ez li vir dixwazim hin kesên ku çi karê me li Rojava bi rêber Ocalan heye muxatebe bikim û ji wan re bibêjim ku pergala li Bakur û Rojhilata Sûriyê bi saya fikir û felsefeya rêber Abdullah Ocalan e ku niha li gel dijmin girtî ye. Mafên me ye ku em banga azadiya rêbertî bikim û banga pêkanîna qanûnên navneteweyî ji bo rêbertî bikin.

Çima em mixabînî û acizbûna xwe li bûyerên li Afrîkaya Başûrê û Vetnamê nîşan didin û çima li ser rêbertî û rewşa wî aciz nabin. Ji ber zêdetirî 12 hezar şehîdên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi navê rêbertî bang dikir.

GOTİNA WE YA DAWÎ ÇI YE?

Ez ji gelê me re hêviya serkeftinê dixwazim û her kesê/a ku beşdarî Newrozê bûne ku moralên me bilind kirine, spas dikim û soz didim gel ku têkoşînê bilind bikin û hêviyên wî pêk bînin.

(fr)

ANHA