Salih Muslim: Provokasyon hene, divê tu kes bi van lîstokan nexape

Interview with NAVENDA NÛÇEYAN – CÎHAN BÎLGÎN

Salih Muslim destnîşan kir ku pêkhatina êrişên li Amêdiyê û şewitandina buroyên ENKS’ê bûyerên biguman in û diyar kir ku ev bi giştî di çarçoveya hewldanên derxistina pevçûna di nav Kurdan de pêk tên ku reng e ev hewldan berdewam bikin.Salih Muslim têkildarî şewitandina buroyên ENKS’ê û reşkirina sîstema Rêveberiya Xweser ji aliyê hin rayedarên PDK’ê ve di dema xebatên yekitiyê de, got: “Ev yek ji hewldanên pêşîgirtina li yekrêziya Kurdî ye. Divê tu Kurd bi van lîstokên dijmin nexapin. Divê partiyên li herêmê û gelê me hişyar bin.”

Muslim êrişên PDK’ê û ‘Pêşmergeyên Roj’ ên li Amêdiyê wek provokasyon bi nav kirin û wiha got: “Ev êriş nakevin berjewendiyên gelê Kurdistanê. Kesên ku destdirêjî û astengiyê li ser gerîlayan bike dê li cem gelê Kurd îflas bike.”

Endamê Konseya Rêveber a Hevserokatiya PYD`ê Salih Muslim der barê geşedanên li Rojavayê Kurdistanê û Başûrê Kurdistanê de pirsên me bersivandin.

Li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê êriş berdewam dikin. Li hêlekê êriş, li hêla din jî reşkirina Rêveberiya Xweser ji aliyê PDK’ê ve heye. Ji reşkirinê re hûn çi dibêjin?

Tevahî gelê Kurd ê her çar parçeyên Kurdistanê di bin êrişên dewleta Tirk a faşîst  de ye. AKP-MHP li ser plana hilweşandina tevgerên Kurd û gelê Kurd tev digere.  Li Rojava gelek pêşketin hene, gel sîstema xwe çêkiriye û bi pergala xweseriya demokratîk xwe bi rê ve dibe. Dewleta Tirk hilweşandina vê sîstemê ji xwe re erk dibîne. Ji bo hilweşandinê jî bi rayedarên PDK’ê wekî Mesrûr Barzanî  kiriye bela serê Kurdan. Bi awayekî dev diavêjin Rojava û dixwazin bandoreke neyînî pêk bînin.

‘REŞKIRINA SÎSTEMA ROJAVA ENCAMA PLANÊN DAGIRKERAN E’

Bi mebesta yekrêziya Kurdî diyalog bi pêş ketine. Di demeke wiha de şewitandina buroyên ENKS’ê li herêmê yek ji hewldanên hilweşandina diyalogê ye. Taybet hewldanên wan li ser pêşîgirtina yekrêziya Kurdî ye, lewra her tiştî dikin.  Li pişt vê planê jî bêguman dewleta Tirk a faşîst heye. Ji ber wê divê partî û gelê me hişyar be. Ji ber ku em di pêvajoyeke hesas de dijîn. Divê lîstokên dijmin ku li ser dikin, em têk bibin. Reşkirina Rêveberiya Xweser ji aliyê hin rayedarên PDK’ê (wekî Mesrûr Barzanî) parçeyek ji vê planê ye ku naxwazin sîstema herêmê bi pêş bikeve.

13’ê vê mehê êrişa hêzên PDK’ê û ‘Pêşmergeyên Roj’ li ser gerîlayên Kurdistanê pêk hat. Di encama êrişê de gerîlayek şehîd ket û 2 ji wan jî bi giranî birîndar bûn. Hûn vê bûyerê çawa dinirxînin?

Dewleta Tirk destê xwe kiriye her cihî. Bi taybetî jî li Başûrê Kurdistanê hewl didin aloziyê di nava Kurdan û hêzên siyasî de çêkin. Ji bo wê jî cihên gerîla dorpêç kirine, rê girtine. Ev bi giştî çarçoveya hewldana derxistina pevçûna di nav Kurdan de pêk tê û wê berdewam bikin. Li Kurdistanê bi giştî nakokiyên di nava hêzên siyasî û leşkerî yên Kurdî de zirarek ji bo Rojava ye jî. Rojava wekî encamek ji yekitiya Kurdan e. Me li Kobanê dît ku gelê Kurd bi giştî piştgiriya me dike û li kêleka me disekine. Yekitiya me cara yekem li Kobanê çêbû. Li pakrewangeha Kobanê ji her parçeyên Kurdistanê şehîd hene. Ev yekitiyeke pîroz e. Ev ne li gorî berjewendiyên dewleta Tirk e. Dixwazin nakokiyê di nava Kurdan de derxin û dorpêç bikin. Hişyarbûn jê re pêwîst e.  

‘BÛYERA LI AMÊDIYÊ PROVOKASYON BÛ’

Ev hêzên ku dorpêçê dikin, hêzên taybet û Pêşmergeyên Roj in. Di dîroka Pêşmergeyên Roj de ka kê ew perwerde kirine, diyar e. Hêzên ku bandora Tirkan li ser wan heye, van kiryaran dikin. Pêşmerge jî hêzên Kurdî ne, berjewendiyên Kurdan diparêzin. Di pratîkê de jî pêşmerge hatin Kobanê, li kêleka YPG/YPJ’ê şer kir. Tu acizbûna me li ser pêşmergeyan tune ye. Ev hêzên ku wê provokasyona Amêdiyê kirin, hêzên taybet û kesên girêdayî hin deveran in. PDK bi giştî jî vê provokasyonê napejirîne, yên ku di bin bandora Tirkan û berjwendiyên wan bi Tirkan re hene, dipejirînin.  Çi dibe bila bibe em naxwazin hêzên Kurdî di nava xwe de pev biçin û nakokiyek di nava xwe de derxin. Ev zirareke mezin dide tevahî gelê Kurd. Bi taybet jî zirarê dide rojavayê Kurdistanê.  Pirsgirêkên ku bi diyalogê çareser nebin, tune ne. Ji bo wê jî divê diyalog bên kirin. Gerîla ji bo çar parçeyên Kurdistanê li serê çiya ne. Kesên ku destdirêjî yan jî astengî li ser wan bike dê li gel gelê Kurd îflas bike. Êrişên wiha di nav hêzên Kurdan de wê zirarê bide berjewendiyên tevahî Kurdan. Ev hêzên ku êriş dikin, berjewendiyên Başûr jî dikin bin xetereyê û ne li gorî berjewendiyên Başûr tev digerin. Em bi hêvî ne ku rojek berî rojekê ev pirsgirêk bi rêya diyalogan çareser bibin.

Ji bûyera Zînê Wertê heya bûyera dawîn a Amêdiyê planeke çawa hatiye danîn?

Plana tunekirinê danîne. Ji ber wê jî dorpêç kirin û rêgirtinê dikin ku ev bi xwe gelekî xeter e. Me dît ku li Kerkûkê çawa hemû kom bûn û dagir kirin. Yên ku pêşengtiya parastinê dike hêzên gerîla ne. Hêzên gerîla li Kerkûkê, Şengalê, Hewlêrê şer kirin ku dixwazin vê hêza ku berjewendiyên Kurd diparêzin tune bikin. Dixwazin sîstema Rojava jî bi heman hişmendîyê tune bikin. Dijmin bi awayekî bê ku bixisire di nav Kurdan de lîstokan çêdike ku Kurd bi xwe şerê hev bikin. Divê ti Kurd ji van planên dijmin re nebe alav.

Çend saet piştî êrişên li Amêdiyê şewitandina buroyên ENKS’ê ne bi guman e gelo?

Belê bi guman e. Tiştên li Başûr û Rojava di bin yên li dijî berjewendiyên gelê Kurd bi hev re girêdayî ne. Dijmin ketiye nav me û bi me dilîze. Dijmin bêpîvan bi ser me de tê. Ji bo hin zêdetir destdirêjiyan bike însanên di nav me de bi rêya peran bixapîne û bihêle ku êriş li ser hêz û buroyan bike. Divê tu kes nekeve lîstokan. Ev provokasyon in.

Çima bi taybet ‘Pêşmergeyên Roj’ tên bikaranîn?

Ev hêza ku taybet hatiye ava kirin ji penaberên Rojava pêk tên. Ev taybet li ser destê Zerevanî û serbazên dewleta Tirk hatine perwerde kirin. Bi rêya bikaranîna ‘Peşmergeyên Roj’ dixwazin nakokiyan di nav Kurdan de çê bikin.  Çawa bixwazin wiha wê hêzê bikarbînin. Armancên wan diyar e ku dixwazin dijminatiyek di nav zarokên Rojava û gerîla de derbixînin. 

Gelê Başûrê Kurdistanê li dijî krîza aborî dadikeve xwepêşandanan. Gelo li pişt perdeya van xwepêşandan çi heye?

Li pişt perde gelek tişt hene. Aborî ya ku hişt ev bi teqê. Krîz li Iraqê tevahî he ye. Mesela nebûna demokrasiye, azadiyê, mûçe ketin ser hev û carekê de teqî yan. Em bi aramiya Başûr re ne. Xwestekên gel yê azadî, demokrasi, mûçe hene. Mafê wan heye ku derkevê qadê, xwepêşandan bike û daxwazên xwe bibejê. Lê tu mafên wan tine ye ku cihan bi şewitînin, xirab bikin. Ev zererê dide welatê wan. Her wiha tu mafê kesî jî tine ye çalakvanan gûlebaran bikin û wan bikûjin. Bi van bûyeran re bi rastî jî em bi xemgîn in.  Bi awayekî demokratîk rabûn bi awayekî demokratîk jî xwestekên xwe yên rewa bînin ser ziman.

Pênaberên Rojavayê Kurdistanê jî li wir hene. Ev gotinên ku dibejin xwediyê xwepêşandên li Başûr pênaberên Rojava ne propagandayên reş yên dijminê.  Pirsgirêkê gelê Rojava hebê wê li Rojava xwepêşandanan bike ne li Başûr.  Kesên ku pêçiyên xwe dirêjî Rojava dikin ne rast dibêjin. Ragihandinên ku dijmin re girêdayî ye ne rast dibêjin.  Kesên ku berjewendiyên xwe din av nakokiyên Kurdan de dibînin dixwazin hin nakokiyan zêde bikin. Di bingeha vê de planên dijmin yên reşkirina Rojava he ye.

Li dijî van planan ji gelê Kurd û Kurdistanê û partiyên siyasî çi tê xwestin?

Beriya her tiştî divê em dîroka dijminên xwe bizanin û nas bikin. Lîstokên ku niha dike, em bizanin. Şehîd Riza dema dibêjê “Beriya ez bimirim di dilê min de bû hasret ku lîstokên hûn dikin ez nas bikim.” Divê dost û dijminên xwe em nas bikin. Stratejiya me çi ye, bizanin. Di nava Kurdan bi xwe de çi hêz dibin, çi kesayet dibin, divê bê bend bi yekitiyê re bin. Beriya her tiştî jî kongreyeke neteweyî çêbe.  Ji her çar parçeyan re lêvegereke Kurdan çêbe.

ANHA