‘Tirkiyê welatê me kiriye navenda firotina çekan û talankirina berhemên me‘

Interview with QAHÎRA- EMANÎ EZEM

Pisporê ewlekariyê û lêkolînerê kar û barên Somalê Ebdulezîz Al Karsî destwerdana dewleta Tirk li Somalê, hewldana kontrolkirina beravên Somalê û talankirina xêr û bêrên gelê wê, şermezar kirin.

Al Karsî di hevpeyvîneke li gel ANHA’yê de, eşekere kir ku dewleta Tirk welatê Somalê kiriye navenda firotina çekên qedexekirî û çekan derbasî dewletên ku şer lê hene dike. Al Karsî diyar ku Tirkiyê Somalê wekî deriyê derbasbûna herêma Qiloça Afrîkayê bi kar tîne da serweriya xwe lê berfireh bike.

Hevpeyvên wiha ye:

*SEDEMA HÊRSA GELÊ SOMALÊ YA LI HEMBER DEWLETA TIRK DI DEMÊN DAWÎ DE ÇI YE?

Dewleta Tirk siyaseta xeniqandina Somalê di bin deynan de ku bi esil tune ne, dimeşîne. Sîstema "Fermaco" li ser fatoreyên Tirkî yên mehane bi 2 melyon dolarî, bi rê ve diçe. Tirkiye îdia dike ku ew pereyan dide polîsan û artêşa Somalê, ji derveyî peymana leşkerî ya Somal û Tirkiyê ku rê dide, dewleta Tirk ku hejmareke ne sînordar a baregehên Tirkiyê di erd û beravên Somalê de ava bike. Her wiha li gorî peymanê Tirkiyê dikare çekan bifiroşe anku di hundirê Somalê de veşêre, piştre jî bide aliyên din bêyî ku li rêxisitnên navdewletî yên çavdêriya qedexekirina çekan li Somalê dikin, vegere.

*DERBARÊ TEVGERA CIWANAN A SOMALÎ DE HÛN ÇI DIBÊJIN?

 

Bi armanca parastina berjewendiyên firotina çekên Tirkiyê li herêma Qiloça Afrîkî ku rêya wê ya ne rewa heta Lîbyayê dewam dike. Sîstema "Fermaco"  xistina Tevgera Ciwanan a Somalê a terorîst di nava lîsteya Neteweyên Yekbûyî ya rêxistinên terorîst de, red kir. Ev xapandineke eşkere ye.

HELWESTA GELÊ SOMALÊ LI HEMBER DESTWERDANÊN TIRKIYÊ DI ERDÊN SOMALÊ DE, ÇI YE?

Bi hatina Tirkiyê ji Somalê re, çalakiyên terorîstî û bacên li ser welatiyan tên ferzkirin zêde bûn. Ji derveyî wê mûçeyên ku didin Tevgera Ciwanan a Solmalê jî zêde bûn. Ev yek bi îdiaya ku dewleta Tirk a bi serokatiya Erdogan piştgiriya Somalê dike û avahiyan lê dike, pêk tê. Lê di rastiyê de ji bo talankirina xêr û bêrên gelê Somalê û avahiyên dîrokî ye.

GELO BI RASTÎ DEWLETA TIRK PIŞTGIRIYA GELÊ SOMALÊ DIKE?

Hemû îdia ne. Wekî hûn jî dizanin, sîstema "Fermaco" îdia dike ku dewleta Tirk nexweşxaneya "Erdogan" ava kir, lê belê di rastiyê de nexweşxaneyeke Somalê ya kevn ku Seyad Berî ava kiribû hat restorekirin. Gelê Somalê jî vê yekê baş dizane.

DESTWERDANA DEWLETA TIRK DI ERDÊN SOMALÊ DE, DÊ BIGIHÎNE ÇI ASTÊ?

Dewleta Tirk axa beravên Somalê dizî, her wiha sonda leşkerî li ser polîs û leşkerên ku Fermaco ji bo perwerdeyê şandin wir ferz kir, ku piraniya wan endamên rêxistinên terorîst in û hevkariya aliyên terorîst wekî DAIŞ û El-Qaîdeyê dikin. Piştre wan dişîne herêmên parzemînê ku şerên navdewletî lê rû didin û gefan li xeta beravaniyê ya deryaya Sor û deryaya Ereban dixwe.

ARMANCÊN RASTÎN ÊN TIRKIYÊ ÇI NE?

Dewleta Tirk dixwaze serweriya xwe li Somalê nîşan bide da ku azara têkçûna xwe ya aborî, deynan û ketina nirxê pereyên Tirk, kêm bike. Hebûna Tirkiyê li herêmê bi armanca têkbirina aboriya welatên Qiloça Afrîkyayê ye û berdêlkirina bi kel û pelên Tirkiyê yên demborî û yên bi kêrî bikaranînê nayên e. Ji bo vê yekê sûdê ji lewazbûna çavdêriyê û gendeliya li herêma Qiloça Afrîkyayê, digire.

Tirkiyê hewl dide destwerdanê di ewlehiya beravên Somalê bike yên ku xeta bazirganiya herîr tê re derbas dibe. Bi vê yekê dê nirxê baceyan û kel û pelan zêde bibe û dê Tirkiye karibe bi aliyên navdewletî re li ser wan dan û standinê bike. Wekî em dizanin, zaveyê Erdogan  Berat Albayrak xwediyê rêveberiya beravên Mexedîşo ye, lewra daxwaza avakirina baregehên Tirkiyê yên pêşketî û balafirên berfireh hat kirin, da ku wekî Amerîka ya Başûr çekan bi qaçaxî derbas bikin.

GELO TIRKIYÊ KARÎ SERWERIYA XWE LI SOMALÊ FERZ BIKE?

Bi xisitna sîstema El-Beşîr a Îxwançî re, Tirkiyê nikarî girava Sewakin dagir bike. Di dagirkirina Lîbyayê de jî têk çû. Heta niha tevgerên xwe li herêma Somalê ya komara Etiyopya ya Federal a bi petrolê dewlemend, dewam dike. Rejîma Tirk dixwaze bazirganiya mafyayê pêk bîne û tiştên qedexe ji bazirganiya mirovan bigire heta bazirganiya çekan, bifroşe.

DÊ ÇAWA RÊ LI PÊŞIYA ÇAVNEBARIYÊN DEWLETA TIRK LI HERÊMÊ BÊ GIRTIN?

Bi rêya ajansa we, ez bang li hemû serokên Ereban dikim ku divê bi lezgînî piştgiriyê bidin gelê Somalê, berjewendî û ewlehiya wê.

ANHA