Rûspiyên eşîra Şerabiyan: Ereb û Kurd tevneke civakî ya yekgirtî ne

Rûspiyên eşîra Hemdûn a Şerabiyan diyar kir ku jiyana hevbeş a Ereb, Kurd û Suryaniyan li herêma Cizîrê nimûneya têkiliyên biratiyê ne û banga xurtkirina hezkirin, lihevhatin û yekitiya li dijî hewldanên parçebûn û nakokiyan kir.

Rûspiyên eşîra Şerabiyan: Ereb û Kurd tevneke civakî ya yekgirtî ne
25 cotmeh, 2026   04:05
QAMIŞLO
KINAN EL SEYID – ROHAT XELEF

Rûspiyên eşîra Hemdûn a Şerabiyan li bajarê Girkê Legê ya herêma Cizîrê bal kişand ser têkiliyên kûr ên biratiyê û civakî di navbera pêkhateyên Ereb û Kurd de.

Di vê çarçoveyê de, rûspiyên eşîra Hemdûn a Şerabiyan Cûma El Herdan diyar kir ku Ereb û Kurd tevneke civakî ya yekane pêk tînin ku têkiliyên biratiyê, welat, ol û dîroka wan nêzî hev dike. Her wiha diyar kirin ku endamên her du pêkhateyan hev temam dikin û bêyî van têkiliyên ku bi salên dirêj hatine avakirin, nikarin bijîn.

El Herdan destnîşan kir ku qonaxa niha hewce dike ku her kes yekgirtî be û giyanê berpirsiyariya hevbeş xurt bike û bang li serokên eşîrên Ereb û Kurd kir ku rola xwe ya xurtkirina hezkirin û lihevhatinê û beşdarbûna di avakirina Sûriyeyê de li ser bingeha biratiyê, rêzgirtina hevbeş û qebûlkirina yên din, bilîzin.

El Herdan diyar kir ku yekitî û hevgirtina gelên herêmê stûnek bingehîn e ji bo parastina aramiya civakî û destnîşan kir ku têkiliyên dîrokî yên di navbera civakên cûda de divê werin parastin.

Ji rûspiyên eşîra Hemdûn a Şerabiyan Xelef El Mihemed diyar kir ku gelên herêmê, Ereb, Kurd, Suryanî-Asûrî û yên din ji dema bav û kalên xwe ve bi hev re dijîn, bi têkiliyên xurt ên biratiyê, cîrantiyê, xizmtiyê û dîroka hevbeş ve girêdayî ne.

El Mihemed diyar kir ku ew her hewldanek ji bo gurkirina nakokiyan di navbera civakên Ereb û Kurd de an jî ji bo zirardayîna têkiliyên ku wan bi hev re girêdide red dike û tekez kir ku gelên herêmê bira, cîran û malbat in û parastina van pêwendiyan berpirsiyariyek hevpar e li ser milên her kesî ye.

El Mihemed bang li gelên civakên cuda kir ku bi rihê biratî û têgihîştinê ve girêdayî bin û rê nedin tu alî ku ji nakokiyan sûdê werbigirin an jî nakokiyan di navbera gelan de derxin.

(k)

ANHA