Rûspiyên eşîra Tey: Komên li Hesekê fitneyê dikin ne girêdayî eşîrên erebî ne

Rûspiyên eşîra Tey got komên li Hesekê provokasyonan dikin bi eşîrên Ereban ve girêdayî nîn in, ew girêdayî şaneyên DAIŞ’ê, hin berpirsên hikumeta veguhêz û dewleta Tirk in.

24 cotmeh, 2026   05:35
QAMIŞLO
KELSÛMA ElÎ

Ji herêma Dêrikê rûspiyên eşîra Tey ji ANHA`yê re axivîn û bang li Ereb û Kurdan kir ku li hember planên li dijî herêmê dest bidin hev û têkiliyên xwe yên civakî ji fitne û provokasyonan biparêzin. 

Rûspiyê eşîra Tey û rêveberê giştî yê Meclisa Rûsipiyan a herêma rojhilat Hewas Cidêi got li Hesekê bi navê eşîran wêraniyê dikin û wiha pê de çû: "Eşîrên Erebî xwedî esil û dîrokeke kevnar in, ew fitnê û wêraniyê nakin. Li pey bûyerên li Hesekê diqewimin 3 alî hene; şaneyên DAIŞ’ê, hin berpirsên ji hikumetê û dewleta Tirk. Ev alî bi navê eşîrên Ereban hewl didin fitneyê têxin di navbera gelê Ereb û Kurd. Ew li ser hesabê xwîna pêkhateya Kurd, Suryan, Ereb, Ermen, Aşûrî û Keldan dixwazin berjewendiyên xwe biparêzin."

Cidêi got ên li kolanan bang li eşîran dikin tu têkiliya wan bi eşîran re nîn e û wiha lê zêde kir: "Ew komên bi hêzên derve ve û şaneyan ve girêdayî ne. Ez bang li eşîrên Ereb û Kurdan dikim ku li dijî van pîlansaziyan dest bidin hevdû. Ez ji eşîrên Ereban daxwaz dikim ku rê nedin tevlîheviyê û zimanê nefretê nedin bikaranîn. Zimanê nefretê ziyanê dide aştiya civakî. Divê em têkiliyên xwe yên dîrokî û parêzgeha xwe biparêz in. Dijmin hewl dide ku şer li herêmê dest pê bike, têkiliya di navbera gelan de xira bike. Ez bawerim xelkê herêmê nayê van provokasyonan û ziyanê nade herêma xwe."

Her wiha endamê Meclisa Rûspiyan a Herêma Dêrikê Ebdulcebar Tey jî ev mijar nirxand û got: "Têkiliya civakî ya pêkhateyên herêmê kevnar e. Gelê Kurd û Ereb ev bi sala ne bi hev re dijîn. Destên gemarî hene, hewl didin tevliheviyê derxin û têkiliya me bi hev re xirab bibe. Em bi hev re dixebitin û dijîn. Li herêma me aramî û aştiya civakî heye ji ber vê yekê hewl didin ku vê yekê xira bikin. Ji dîrokê ve têkiliyên me yên civakî û malbatî hene. Em munasebetên xwe bi hev re parve dikin. Erkê me ye ku em vê têkilî û hevgirtina xwe ya civakî biparêzin û rê nedin ku li herêma fitneyê bikin û tevlihevî çêbe."

(np)

ANHA