Şandeya Bakur serdana Pakrewangeha Şehîdan a Delîl Saroxan kir

Şandeya Bakurê Kurdistanê piştî gelek serlêdan û hevdîtinan serdana Pakrewangeha Şehîdan a Delîl Saroxan a li Qamişloyê kir û gul danîn ser gorên şehîdan.

Şandeya Bakur serdana Pakrewangeha Şehîdan a Delîl Saroxan kir
Şandeya Bakur serdana Pakrewangeha Şehîdan a Delîl Saroxan kir
Şandeya Bakur serdana Pakrewangeha Şehîdan a Delîl Saroxan kir
Şandeya Bakur serdana Pakrewangeha Şehîdan a Delîl Saroxan kir
Şandeya Bakur serdana Pakrewangeha Şehîdan a Delîl Saroxan kir
13 cotmeh, 2026   13:00
QAMIŞLO

Şandeya ku di 7’ê Cotmehê de ji Bakurê Kurdistanê derbasî Rojava bûye, piştî ku serdana saziyên siyasî, rêxistinên jin, rêxistinên civakî, parêzgarê Hesekê Nûreddîn Ehmed, şêwirmendê serokkomariya Sûriyeyê Mazlûm Ebdî, siyasetmedaran Kurd Îlham Ehmed kir, serdana Pakrewangeha Şehîd Delîl Saroxan a bajarê Qamişloyê kir.

Endam û Rêveberên Meclisa Malbatên Şehîdan, hevseroka TEV-DEM’ê Remziye Mihemed şande pêşwazî kir.

Şande li nav pakrewangehê geriya û gul danîn ser gorên şehîdan û sersaxî dan malbatên şehîdan ên hatibûn ser gorên zarokên xwe.

Şande ji hevşaredara Mêrdînê û hevberdevka Komîteya Dîplomasiyê ya Rêveberiyên Xwecih Devrîm Demîr, hevşaredara navçeya Yenîşehîr a Amedê Safiya Aladag, hevşaredara navçeya Farqîn a Amedê Sevîm Bîçîçî, hevşaredara Tetwanê Belkîze Beştaş Epozdemîr û endama Komîteya Dîplomasî Rûken Demîr pêk tê.

(bî)

ANHA