Saziya Xizmeta Pêşxistina Jinan li Hesekê hat vekirin

Li Hesekê Saziya Xizmeta Pêşxistina Jinan hate vekirin. Sazî dê jinan di aliyê pîşeyî de perwerde bike. 

Saziya Xizmeta Pêşxistina Jinan li Hesekê hat vekirin
Saziya Xizmeta Pêşxistina Jinan li Hesekê hat vekirin
Saziya Xizmeta Pêşxistina Jinan li Hesekê hat vekirin
Saziya Xizmeta Pêşxistina Jinan li Hesekê hat vekirin
Saziya Xizmeta Pêşxistina Jinan li Hesekê hat vekirin
Saziya Xizmeta Pêşxistina Jinan li Hesekê hat vekirin
Saziya Xizmeta Pêşxistina Jinan li Hesekê hat vekirin
Saziya Xizmeta Pêşxistina Jinan li Hesekê hat vekirin
22 cotmeh, 2026   06:58
HESEKÊ
BOTAN HISÊN

Saziya Xizmeta Pêşxistina Jinan 22`yê Tebaxê 2026`an hatiye vekirin û lîsansa xwe li ser asta hemû bajarên Sûriyeyê wergirtiye. 

Cîgira rêvebera saziyê Lemyai Hentûş ji ANHA`yê re axivî.

Lemyai Hentûş anî ziman ku dê bi rêya xebatên saziyê pirsgirêkên civakî çareser bikin, di aliyê civakî û piskolojîk de alîkariyê bidin jinan, dewreyên perwerdê vekin da ku jin bikarin ji xwe re projeyên aborî vekin û destekê bidin projeyên biçûk û navîn ên aborî.

Di berdewamiya axaftina xwe de Lemyai Hentûş got: "Ji bo pirsgirêk çareser bibin û mafên komên bê parastin, biparêzin em qanûnî dixebitin û dibin alîkar. Bernameyên me yên perwerde jî ne tenê ji bo jina ne, hemû ferdên civakê dikarin tev li perwerde bibin."

Sazî ji komîteya bawermendan ku 7 endam in, komîteya lihevkirinê û nivîsgeha qanûnî pêk tê. Her wiha sazî dewreyên perwerdeya pîşeyî wekî dirûn, komputer, kiwafêrtî û tenduristî (destwerdana yekemîn) vedike. Di dawiya perwerdeyê de jî bawernameyên Wezareta Kar û Barên Civakî û Kar derxistine didin kesên tev li perwerde bûne.

Lemyai Hentûş da zanîn ku wan heyanî 3`ê salan peyman bi nexweşxaneya El Xabûr re çêkiriye da ku nexweşên sazî rêdike nexweşxanê pêşwazî bike û got her meh hejmara nexweşan digihêje 300 kesî.

Li gorî peymana di navbera saziyê û Nexweşxaneya El Xabûr de dê ji sedî 50 pere ji nexweşan wergire û bi vî awayî barê nexweşan gelekî sivik dibe.

Di aliyê civakî de jî sazî ji bo jinan semîner li ser têkoşîna li dijî tundiya li ser jinan, xwe ji medyaya dijîtal parastin û şerê taybet, tê organîzekirin.

Di dawiyê de Lemyai Hentûş anî ziman ku sazî hewl dide dewreyên fêrbûyîna hemû zimanan veke û pêdiviyên civakê pêk bîne.

(np)

ANHA