Şehîd Ciwan: Fermandar, pêşengê Ciwanan û kedkarê çapemeniyê

Rojnamevan Dîlan Osman diyar kir ku hevrê şehîd Ciwan Îbrahîm di qonaxên destpêkê yên Şoreşa Rojava de bi rolek girîng di aliyê rêxistina civakê, damezrandina xebata çapemeniyê û saziyên ewlehiyê lîst.

Şehîd Ciwan: Fermandar, pêşengê Ciwanan û kedkarê çapemeniyê
5 mijdar, 2026   02:35
QAMIŞLO
MIHEMED ELO

Di 4’ê Mijdarê de li bajarê Hesekê merasîma bîranîna 29 gerîlayên şehîd ên Yekîneyên Jinên Azad ên Star (YJA-STAR) û Hêzên Parastina Gel (HPG) ên ku di salên cuda de, di nava Tevgera Azadiya Kurdistanê de şehîd bubûn bi merasîmek li dar xist.

Rojnamevan Dîlan Osman li ser kesayet û rêwîtiya hevrê xwe şehîd Ciwan Îbrahîm di qonaxên destpêkê yên şoreşê de axivî û bal kişand ser rola wî di birêxistinbûna civakê û ciwanan, damezrandina saziyên ewlehî û çapemeniyê li Rojava.

‛FERMANDARAN KEVIRÊ GOŞEYÊ YÊ ŞOREŞÊ DANÎ’

Dîlan Oslan diyar kir ku di qonaxa destpêkê ya Şoreşa Rojava de hejmarek ji şoreşger û fermandarên berpirsiyariya şoreşê ji destpêkê ve hilgirtine û bingehên wê danîne derketin. Şehîd Ciwan Îbrahîm jî berpirsiyariyên fermandarî û rêxistinî hilgirtin, gel bi tevahî pêkhateyên wî bi rêxistin kir, tev li şoreşê kir.

Dîlan anî ziman ku hejmarek ji fermandarên tevgera azadiya Kurdistanê di destpêka şoreşê de berê xwe da Rojava, berpirsiyariya gel hilgirtin, bi rêya birêxistina ciwanan û tevlêbûna wan xebata li ser nûkirina şoreşa civakî kir.

Dîlanê da zanîn ku bi saya fêmkirina xwezaya şoreşê, qonaxên wê û pêwîstiya diyarkirina armancên wê, şehîd Ciwan ji kesayetên bersiv daye daxwazên wê pêvajoyê û dizanî ku şoreşê nabe ku bibe tevgereke normal, lê bibe projeyeke kûr da ku hewcedariyên tevahî gelan bibersivîne.

Dîlanê destnîşan kir ku têkoşer Ciwan karî van rêgezan di kesayeta xwe de xurt bike û veguherîne pêkanîneke pratîkî bi hevkariya ciwanên li ser xebata birêxistinkirina wan.

‛TÊGIHÎŞTINA ENERJIYÊN CIWANAN Û BIKARANÎNA WAN DI XEBATA ŞOREŞGERÎ DE’

Di axaftina li ser kesayeta şehîd Ciwan de Dîlanê anî ziman ku Ciwan ne tenê şervanek bû ku beşdarî Şoreşa Rojava bû, li eniyan şer kir heta gihîşt asta şehadetê, lê mirovekî ji kesên din nêzîk bû, xwedî têgihîştina jîyana wan û birêxistinkirina wan bû, nemaze ciwanan û xebata li ser bikaranîna enerjiyên wan di xizmeta şoreşê de.

Dîlanê got Şoreş û şehîd Ciwan eleqeyek bû, her duyan ji hev hêz digirt û got serketina her şoreşekê bi şiyana fermandarên wê ya têgihîştina hewcedarî, diyarkirina armancan û xebata li ser pêkanîna wê ve girêdayî ye.

Di dewama axaftina xwe de Dîlanê got di Şoreşa Rojava de hejmarek fermandar hebûn ku bingehên destpêk danîn. Ji wan jî Fermandarê Şoreşa Rojava şehîd Nûredîn Sofî, Fermandar Xebat Dêrik, Ciwan Îbrahîm, Nalîn Mûş in.

‛ŞOREŞ PROJEYEKE CIVAKÎ YE NE TENÊ RIZGARKIRINA XAKÊ YE’

Dîlanê bal kişand ser nêrînên di destpêka şoreşê de derketine û diyar kir ku piraniyan wê demê texmîn kir ku dê çek bibe rêbaza bingehîn a serkeftinê, nemaze digel daxwaz û mafên Kurdan li Sûriyeyê, lê tevlêbûna fermandaran di şoreşê de hişt ku têgeha şoreşê were berfirehkirin û rehendên wê yên civakî werin diyarkirin.

Dîlanê anî ziman ku nabe şoreş bi rizgarkirina beşek ji xakê were kurtkirin, lê divê şoreş tevahî aliyên jiyanê bihewîne û bersivê bide daxwazên guhertina civakî.

Dîlanê da zanîn ku derbasbûna 15 salan di ser şoreşê de girîngiya bingehên wê yên ku fermandaran di destpêkê de danîne û şopên wê di qonaxên piştre xuya bûn derdixe holê.

‛DAMEZRANDINA XERBATA ÇAPEMENÎ Û BIRÊXISTINKIRINA SAZIYÊN EWLEHIYÊ’

Têkildarî rola şehîd Ciwan di warê çapemeniyê de, Dîlan got ew ne tenê fermandarê Asayîşê bû, lê fermandarekî rêxistinî û çapemeniyê bû, ji destpêka şoreşê ve li ser birêxistinkirina civakê xebitî û bingehên xebata çapemeniyê li Rojava danîn.

Dîlanê îşaret bi girîngiya Ciwan a birêxistinkirina xebata ciwan û xwendekaran, jiyana wî ya li ser kişandina wan kir û diyar kir ku piranî bi bandorbûna bi kesayet û hewldanên wî tev li şoreşê bûn.

Dîlanê diyar kir ku di destpêka şoreşê de valahiyeke çapemeniyê ya mezin çêbû, wê jî hişt ku şehîd Ciwan li ser damezrandina vî warî bi rêya vekirina dewreyên çapemeniyê, birêxistina xebata rojnamegeriyê bixebite.

Dîlanê da zanîn ku ezmûna çapemeniyê li Rojava sûd ji pisporî û ezmûnên şehîd Ciwan wergirt û hejmarek mezin a rojnamevanan perwerdeyên xwe yên destpêkê li ser destê wî dîtin û îroj xebata saziyên çapemeniyê bi saya wî dewam dikin.

Dîlanê bal kişand ser rola wî di damezrandina saziyên ewlehî de, beşdarbûna tevahî neteweyan di saziyan de.

‛KESAYETEK NÊZÎ TEVAHÎ PÊKHATEYÊN CIVAKÊ BÛ’

Der barê têkiliyên şehîd Ciwan bi civakê re Dîlan got ew ji mirovan nêz bû, di nav wan de dijiya, alîkariya xizanan dikir, girîngiyeke taybet dida beşên tevî hewcedar.

Dîlanê diyar kir ku şehîd Ciwan tevahî pêkhate ji Ereb, Ermen, Kurd û Çeçen li dora xwe civandin, xwe berpirsê tevan didît û li gorî wî şoreş ne tenê ji bo Kurdan e.

Dîlanê got wê di destpêka xebata xwe ya warê çapemeniyê de bi saya perspektîfên wî kir û gavên wê yên destpêkê di nivîsandin û wênekêşiyê de li kêleka wî bûn.

Rojnamevan Dîlan Osman di dawiyê de got wê tîpên destpêkê di rêwîtiya xwe ya çapemeniyê de ji şehîd Ciwan fêr bû û ew ê vê ezmûnê û nirxê heta dawiyê hilgire û şehadet ne dawiya rê ye, lê mîras û berpirsiyariyek e û dê li ser şop û xebata wî heta pêkanîna armancên wî û gel pêk bîne bimeşe.

(f)

ANHA