Sekreteriya Giştî biryara saetên dewama giştî da

Sekreteriya Giştî ya Serokkomariyê bi biryarnameykê saetên dewama giştî diyar kirin. Li gorî wê, dewama fermî ya saziyên giştî di navbera 08:00-16:00`an de ye.

Sekreteriya Giştî biryara saetên dewama giştî da
2 mijdar, 2026   13:40
NAVENDA NÛÇEYAN

Sekreteriya Giştî ya Serokkomariyê bi hejmara 1616’an biryara saetên dewama fermî ya rojane ya karmendên dewletê da. Ev biryar ji 1`ê Kanûnê (2026) ve dikeve mertiyetê

Li gorî biryarê dê saetên dewama fermî ya saziyên giştî yên îdarî di navbera 08:00-16:00`an de bin.

Li saziyên aborî dê li gorî domandina xebatê û nobedariyên taybet, li gorî berjewandiyên giştî saetên dewamê werin diyarkirin.

(sb)