Şênî bi însiyatîfa xwe rêyên li gundewarên Girkê Legê temîr dikin

Şêniyên gundewarên bajarokê Mistefawiyê yê bajarê Girkê Legê, ji bo temîrkirina rêyên ku zirar dîtine, bi hevkariya şaredarî û meclisa bajarok bi derfetên xwe dixebitin.

Şênî bi însiyatîfa xwe rêyên li gundewarên Girkê Legê temîr dikin
Şênî bi însiyatîfa xwe rêyên li gundewarên Girkê Legê temîr dikin
Şênî bi însiyatîfa xwe rêyên li gundewarên Girkê Legê temîr dikin
Şênî bi însiyatîfa xwe rêyên li gundewarên Girkê Legê temîr dikin
Şênî bi însiyatîfa xwe rêyên li gundewarên Girkê Legê temîr dikin
Şênî bi însiyatîfa xwe rêyên li gundewarên Girkê Legê temîr dikin
Şênî bi însiyatîfa xwe rêyên li gundewarên Girkê Legê temîr dikin
Şênî bi însiyatîfa xwe rêyên li gundewarên Girkê Legê temîr dikin
12 mijdar, 2026   07:55
QAMIŞLO
ROHAT XELEF

Şênî bi hevkariya Meclisa Bajarokê Mistefawiyê yê girêdayî bajarê Girkê Legê bi beşdariya karkerên şaredariyê, ji bo başkirina rewşê û çêkirina rêyên sereke yên di navbera gundên bakurê bajêr de, dest bi însiyatîfekê kir.

Di çarçoveya însiyatîfê de dê rêyên di navbera gundê Heyaka, Serimsax, Banokiyê, Kêrê, Til Cemal û Mistefawiyê de, her wiha rêyên girêdayî bajarokê Mistefawiyê bên sererastkirin.

Der barê mijarê de hevserokê Meclisa Bajarokê Mistefawiyê Îbrahîm Umer got: “Ev însiyatîf li gorî daxwazên şêniyan pêk tê.”

Umer destnîşan kir ku hejmareke rêyên li gund bi hacetî temîrkirinê ne, xebatên wan bi awayekî beşî li gorî derfetên heyî pêk tên û spasiya hemû şêniyên ku di însiyatîfê de cih girtiye kir.

Şêniyê bi navê Hisên Tahir jî rêzdariya xwe li beramberî însiyatîfê nîşan da û diyar kir ku ev gav ji bo daxwaza şêniyan pêk tê.

(sb)

ANHA