Şêniyên Çilaxayê bi derfetên kêm dibistanan sererast dikin

Xwendekarên li Çilaxayê û gundewarên wê ji ber kêmbûna pêdiviyên esasî, temîrnekirina dibistanan û budçeyê bi zehmetiyan re rû bi rû dimînin. Şênî bi rêya komkirina pereyan û însiyatîfan beşeke çareseriya ku ji dest wan tê pêk tînin.

Şêniyên Çilaxayê bi derfetên kêm dibistanan sererast dikin
Şêniyên Çilaxayê bi derfetên kêm dibistanan sererast dikin
Şêniyên Çilaxayê bi derfetên kêm dibistanan sererast dikin
Şêniyên Çilaxayê bi derfetên kêm dibistanan sererast dikin
Şêniyên Çilaxayê bi derfetên kêm dibistanan sererast dikin
Şêniyên Çilaxayê bi derfetên kêm dibistanan sererast dikin
Şêniyên Çilaxayê bi derfetên kêm dibistanan sererast dikin
Şêniyên Çilaxayê bi derfetên kêm dibistanan sererast dikin
Şêniyên Çilaxayê bi derfetên kêm dibistanan sererast dikin
Şêniyên Çilaxayê bi derfetên kêm dibistanan sererast dikin
4 mijdar, 2026   07:35
QAMIŞLO
BESNA ŞEMO

Li bajarê Çilaxa û gundewarên wê ji ber dabînnekirina pêdiviyan, pêkneanîna temîrkirin û sererastkirina dibistanan, nebûna çareseriyên fermî li dibistanan zehmetî derdikevin, şênî ji bo parastina dibistanan xwe hewl didin rê bidin zarokên xwe da ku perwerdeya xwe bidomînin. 

57 DIBISTAN Û PÊDIVIYÊN NAYÊN PEYDAKIRIN

Rêveberiya Dibistanan a Çilaxayê ji 57 dibistanan pêk tê, li piraniya wan dibistanan pêdiviyên esasî yên mîna kursiyên xwendekaran û sobe tune ne, avahî jî bi hacetî temîrkirinê ne.

Tevî van pêdiviyan li 51 dibistanan îsal dewama xwendekaran heye, 6 dibistanên din bi awayekî giştî derveyî xizmetê ne, ji bo pêşwazîkirina xwendekaran ew dibistan bi hacetî sererastkirineke giştî ne.

Her şeş dibistanên ku ji xizmetê derketine li gundên Ala Qews, Mûsa Kora, Baqila, Qîro, Zexîre û taxa El Resafê ne, vê jî hiştiye ku zarok ji perwerdeya xwe bê par bimînin.

ŞÊNÎ DIBISTANAN TEMÎR DIKIN

Di demekê de ku Rêveberiya Dibistanan nikarin xebatên temîrkirinê bi awayeke tê xwestin, ji ber nedayîna pereyan ji hêla Wezareta Perwerde û Fêrkirinê ya hikumeta veguhêz a Sûriyeyê pêk bînin, şêniyên li gundewaran berê xwe dane çareseriya komkirina pereyan û pêkanîna xebatan ji bo temîrkirina dibistanan.

Li gundê Baqila şênî dibistana ku herî dawî ji ber êrişan ji xizmetê derketibû ji nû de temîr dikin.

Endamê Komîteya Gel a li gundê Baqil Ridwan Mirî yê ku çavdêriya xebatên temîrkirinê dike, da zanîn ku ji ber nebûna pereyan li gel Rêveberiya Dibistanan wan bi înîsiyatîfa xwe û bi hevkariya aliyên perwerdeyê dibistanê temîr dikin, sererastkirina dibistanê berpirsyartiya civaka xwecihî ye jî.

Ridwan Mirî bang li şêniyên gund û yên bajarê Çilaxa kir ku piştgiriya aliyên peywendîdar bikin û beşdarî înîsiyatîfên gelêrî bibin.

6 DIBISTAN BI HACETÎ SERERASTKIRINÊ NE

Çavdêrê îdarî yê Rêveberiya Dibistanan ya Çilaxayê Xalid Iweyid Ziyab diyar kir ku Wezareta Perwerdeyê soz dabû ku ji bo temîrkirina dibistanan pereyan bide, lê heta niha tevî ku pêwîstî heye jî ew pere nehatine dîtin.

Xalid Ziyab destnîşan kir ku piştî gera li dibistanan bi hevkariya Rêveberiya Xwecih, hat dîtin ku rewşa dibistanên li Çilaxayê ne baş e, 57 dibistanên heyî bi hacetî temîrkirinê ne, pêdiviya 6 dibistanan jî bi temîrkirineke giştî heye.

Xalid Ziyab da zanîn ku şênî nikarin hinek dibistanan ji ber lêçûna zêde temîr bikin, Dibistana Mûsa Kora bi hacetî zêdetirî 15 hezar dolaran e, Dibistana Zexîre daxwaza xebateke berfireh dike, vê hişt ku Rêveberiya Dibistanan tenê çend odeyan temîr bike.

KÊMBÛNA PIRTÛK Û SOBEYAN

Ziyab destnîşan kir ku Rêveberiya Dibistanan ji bo pêdiviyên esasî xebat dan meşandin, lê derengmayîna Wezareta Perwerdeyê ya ji bo şandina pirtûkan, zehmetiyeke nû ji bo karmendên perwerdeyê û Rêveberiya Dibistanan derxist, ev bandorê li domandina perwerdeyê dike.

Têkildarî dabînkirina mazotê û sobeyan Xalid Ziyab diyar kir ku hîn ev mijar bi wezaretê re nehatiye nîqaşkirin, ji bo kirîna sobeyan û dayîna mazota dibistanan budçe nehatiye dayîn.

Ziyab der barê nebûna sobeyan de hişyarî da û da zanîn ku malbatên xwendekaran zarokên xwe di rewşeke wiha de naşînin dibistanê.

(sb)

ANHA