Şêniyên Çilaxayê: Derketina li hemberî gotara nefretê esasê parastina aştiya civakî ye

Şêniyên Çilaxayê destnîşan kir ku hinek alî hene dixwazin îstiqrara li herêma Cizîrê bi belavkirina kînê û nefretê di navbera pêkhateyan de têk bibin û bal kişand ser girîngiya pêşxistina hişmendiyê û rêzdariya li hemberî pirrengiyê.

Şêniyên Çilaxayê: Derketina li hemberî gotara nefretê esasê parastina aştiya civakî ye
30 cotmeh, 2026   06:51
QAMIŞLO
BESNA ŞEMO

Şêniyên bajarê Çilaxa yê herêma Cizîrê têkildarî hewldanên aliyên hundirîn û derve ji bo têkbirina îstiqrarê li herêmê, çêkirina nakokiyan di navbera pêkhateyên Sûriyeyê de û kûrkirina gotara nefretê ji ajansa me re axivîn.

Hûda Hesen da zanîn ku bilindbûna asta gotara nefretê di navbera pêkhateyên Sûriyeyê de dihêle ku nakokî kûr bibin û bawerî di navbera wan de ji holê bê rakirin, hinek alî hene pirrengiya niştîmanî û olî ji bo gurkirina fitneyê û parçekirinê bi kar tînin.

Hûdayê destnîşan kir ku divê ew bi rêya belavkirina hişmendiyê, berêxwedayîna diyalogê û lihevkirina di navbera pêkhateyan de li hemberî van hewildanan derkevin, bi vê gave ewlehî û istiqrara herêmê biparêzin.

‘HIŞMENDIYA CIVAKÎ ESASÊ PARASTINA AŞTIYA CIVAKÎ YE’

Nimet Silêman da zanîn ku redkirina tenê têra van kiryarên derxistina fitneyê nake, divê civak bi xeteriyên gotara nefretê û bandora wê ya li ser civakê bizanibe, divê agahî werin piştrastkirin û rê neyê dayîn ku agahiyên nerast a ku rageşiyê derdixe bê bawerkirin.

Nimet got: “Parastina aştiya civakî berpirsyariyeke hevbeş e, ew bi hacetî hevkariya civakê ye.”

‘HEMWELATÎBÛNA HEVBEŞ MISOGERIYA YEKRÊZIYA CIVAKÊ YE’

Hikmet Elî jî diyar kir ku rêzdariya li beramberî pirrengiya neteweyî, olî û çandî civakeke hevgirtî ava dike, divê hemwelatîbûna hevbeş bi misogeriya wekheviya di maf û erkan de bê cudakarî were naskirin.

Hikmet Elî da zanîn ku parastina îstiqrarê ji dûrketina ji cudekariyê, avakirina têkiliyên xwedî rêzdariya wekhev û girêdana bi welat re pêk tê, divê gelê li Sûriyeyê girêdana xwe ya bi nirxên niştîmanî ya ku jiyana hevbeş pêk tîne, xurt bike.

(sb)

ANHA