Şêniyên Çilaxayê ji ber xirabûn û bihabûna cerên gazê gazincan dikin

Şêniyên Çilaxayê û gundewarên wê ji ber jêçûna gazê ji cerên gazê yên malê, kêmbûna giraniya wan û bihabûna wan gazincan dikin, daxwaza hene ji bo rêgirtina li ber metirsiyan rêkarên lezgîn werin pêkanîn.

Şêniyên Çilaxayê ji ber xirabûn û bihabûna cerên gazê gazincan dikin
Şêniyên Çilaxayê ji ber xirabûn û bihabûna cerên gazê gazincan dikin
Şêniyên Çilaxayê ji ber xirabûn û bihabûna cerên gazê gazincan dikin
Şêniyên Çilaxayê ji ber xirabûn û bihabûna cerên gazê gazincan dikin
Şêniyên Çilaxayê ji ber xirabûn û bihabûna cerên gazê gazincan dikin
Şêniyên Çilaxayê ji ber xirabûn û bihabûna cerên gazê gazincan dikin
20 cotmeh, 2026   06:25
QAMIŞLO
BESNA ŞEMO

Şêniyên bajarê Çilaxa û gundewarên wê ji ber kêmbûna giraniya cerên gazê û bilindbûna buhayên wan, li aliyekî din cerên gazê xirab in û gaz jê dirije, gazincan dikin.

Şênî ji ber cerên ku ji stasyona Gir Zîro tên û xirab in gazincan dikin, dibêjin ku ev dihêle ku şewat li malan derkeve, gelek ji şêniyan neçar dimînin ji bo parastina malbata xwe bi taybet zarokan rêkarên pêwîst pêk bînin.

Şênî destnîşan kir ku giraniya cerên gazê ya ku ji kargeha gazê ya Siwêdiyê tê divê 24 kîlo be, lê ya ku dighêje destê wan 21-22 kîloyan e, li kêlek vê yekê gazincên wan ji bihabûna her cerekê heye û dibêjin ku saziyên peywendîdar guh nadin gazincên wan.

RIJÎNA GAZÊ GEFÊ LI SELAMETA MALBATAN DIXWE

Welatiyê bi navê Mihêdî Xenamî da zanîn ku ew cerên xwe bi rêya saziya girêdayî Şîrketa Belavkirina Gazê ya Çilaxayê û belavkarê girêdayî Gerînendetiya Sotemeniyê ya herêmê digirin, ji her du aliyan ve jî cer xirab tên û gaz ji ceran dirije.

Mihêdî Xenamî diyar kir ku ji ber vê pirsgirêkê xelk di nava metirsiya derketina şewatê de dijîn, ne ji destwerdana lezgîn be, wê karesat rû bidin.

Mihêdî Xenamî destnîşan kir ku gaz rojane ji bo çêkirina xwarinê tê bikaranîn, ev yek şantajeke yekser e li hember malbatan.

Xenamî daxwaz ji aliyên berpirsyar kir ku beriya belavkirina gazê, ceran kontrol bikin.

BIHABÛN Û KÊMBÛNA GIRANIYÊ REWŞA JIYANÎ ZEHMET DIKE

Mihemed Esker jî diyar kir ku divê giraniya her cerekê di navbera 22-24 kîloyan be, lê cera ku digihêje destê wan di navbera 21-22 kîloyan de ye.

Esker destnîşan kir ku di rewşeke aborî ya zehmet û nebûna pereyan de, buhayê cereke gazê bi 1600 pereyên nû ye (160 hezar bi pereyên kevn), ev barê şêniyan giran dike, divê çavdêriya li ser giraniya ceran bê zêdekirin.

GILIYÊN XELKÊ GIHÎŞTINE ŞÎRKETA EL CEZÎRÊ Û KARGEHA GAZÊ

Têkildarî gazincên şêniyan endamê rêveberiya Gerînendetiya Sotemeniyê ya Çilaxayê û Çavdêrê Belavkaran Dara Yûsif da zanîn ku ji bo çareserkirina pirsgirêkê, giliyên şêniyan gihîştine Şîrketa El Cezîrê û Kargeha Gazê.

Yûsif diyar kir ku di dema serdanê de, rêveberiya Kargeha Gazê ya Siwêdiyê jê re da zanîn ku cerên gazê ji sala 2011`an de nehatine temîrkirin û ew niha bi hacetî temîrkirinê ne, ev gav jî erka Şîrketa El Cezîrê ye.

Yûsif destnîşan kir ku Şîrketa El Cezîrê jî daye zanîn ku lêçûna temîrkirina cerekê di navbera 15-17 dolarî ye, bihabûna temîrkirinê ne li gorî hêza wan a dayînê ye.

(sb)

ANHA