Şêniyên Girkê Legê: Em di rewşeke jiyanî ya zehmet de ne

Şêniyên Girkê Legê destnîşan kir ku ji ber bilindbûna buhayên sotemenî û madeyên esasî yên debarê, ew di rewşeke jiyanî ya zehmet de ne.

Şêniyên Girkê Legê: Em di rewşeke jiyanî ya zehmet de ne
2 cotmeh, 2026   05:05
QAMIŞLO
KÎNAN EL SEYID-ROHAT XELEF

Bilindkirina buhayên sotemeniyê ji hêla hikumeta veguhêz a Sûriyeyê ve, yekser bandor li rewşa jiyanî ya şêniyan kir. Şêniyên Girkê Legê jî ji ber zehmetiya dabînkirina pêdiviyên sereke yên jiyanê gazincan dikin.

Ebdulwehab Elî ji ajansa me re diyar kir ku bilindkirina buhayên madeyên girêdayî mazotê hiştiye ku lêçûna debarê jî zêde bibe, buhayê qûma ku ew ji bo projeya xwe ya bazirganî bikartîne ji 22 dolaran bû 30 dolarî.

Elî da zanîn ku dabînkirina mazota germkirinê di werzê zivistanê de bareke din a giran a li ser milê şêniyan e, malbat bi hacetî 3 bermîlên mazotê ye, divê aliyên peywendîdar rewşa şêniyan li ber çavan bigirin.

Ebdulwehab Elî destnîşan kir ku ew mehane 400 dolaran digire û ev têra pêdiviyên malbata wî yak u ji 4 kesan pêk tê nake, gelek malbat sûdê ji alîkariya madî ya ku ji bo zarokên xwe yên li Ewropayê digirin, werdigirin.

Hisên Sindo jî da zanîn ku awayeke mezin bilindbûna buhayê mazotê bandor li pîşesazî û xebatkaran kir, destnîşan kir ku ew li ser taksiyekê kar dike, ew berê ji bo lîtreke mazotê 500 lîreyên Sûriyeyî dida, niha gihîştiye 17 hezar û 500 lîreyên kevn, ev zehmetiyên wî zêde dike.

Sindo diyar kir ku wergirtina 300 dolaran mehane têra dabînkirina pêdiviyên me yên esasî nake, ji ber bihabûna heyî gelek malbat nikarin ji bo zivistanê mazotê bikirin.

Xelîl Diyab destnîşan kir ku bilindbûna mazot hişt ku madeyên xwarinê û derman jî biha bibin, nexweşiya dayika wî di milê madî de barê malbata wî giran dike, ew di dabînkirina lêçûna dermankirinê û kirîna derman zehmetiyan dibînin.

Diyab da zanîn ku ew mehane 150 dolaran werdigire û birayê wî 200 dolarî werdigire, tevî wê jî têra wan nake, bi taybet mala wan kirêkirî ye, wergirtina herî kêm 600 dolaran mehane têra pêdiviyên sereke yê malbatê bike.

Li sûkên Girkê Legê buhayê kîloyek bacanên sor ji 4 hezar û 500 lîreyên Sûriyeyê yên kevn bûye 7 hezar, xiyar û kartol ji 6 hezaran bûne 9 hezar lîre, kîloya tirî ji 7 hezar û 500`î bûye 12 hezar. Kîloyeke mûzan ji 15 hezaran bûye 22 hezar lîre, diraq ji 25 hezaran bûye 30 hezar, sêv ji 15 hezarî bûye derketiye 20 hezar lîreyî. Ev zêdebûn piştî biryara hikumeta veguhêz a bilindkirina buhayên sotemeniyê rû daye.

(sb)

ANHA