Şêniyên gundê Çetelê ji bo demekê pirsgirêka elektrîkê çareser kir

Pirsgirêka gundê Çetelê yê Dirbêsiyê ya elektrîkê heye. Piştî bihabûna mazotê jeneratora gund nema bi kar anîn û elektrîk qut bû. Şêniyan li gorî derfetên xwe pirsgirêka xwe bi demkî çareser kiriye.

Şêniyên gundê Çetelê ji bo demekê pirsgirêka elektrîkê çareser kir
Şêniyên gundê Çetelê ji bo demekê pirsgirêka elektrîkê çareser kir
Şêniyên gundê Çetelê ji bo demekê pirsgirêka elektrîkê çareser kir
Şêniyên gundê Çetelê ji bo demekê pirsgirêka elektrîkê çareser kir
Şêniyên gundê Çetelê ji bo demekê pirsgirêka elektrîkê çareser kir
Şêniyên gundê Çetelê ji bo demekê pirsgirêka elektrîkê çareser kir
28 mijdar, 2026   07:45
HESEKÊ
MÎRAV ÎSO

Li gundê Çetelê yê Dirbêsiyê pirsgirêka elektrîkê heye. Berî ku mazot biha bibe, jeneratora gund pê dixistin. Lê piştre şêniyan nema karî lêçûnên jeneratorên bidin û bê elektrîk bûn. Herî dawiyê ciwanên gund ên ji derveyî Sûriyeyê ne, pere di nava hev de kom kir û pirsgirêka gund bi demkî çareser kir.

Şêniyê gund Ehmed Hibo got: “Şêniyên gund bi hev re dibin alîkar û pêdiviyên gund pêk tînin. Dawiya sala 2017`an gundiyan jenerator kirî û rojane 8-10 saetan elektrîka gund hebû. Lê piştî ku mazot biha bû êdî me nema karî jeneratorê vêxin û heyanî 9 rojan em bê elektrîk bûn. Sindoqa me ya gund heye. Em her tim pere dixin sindoqê û pirsgirêkên xwe yên gund çareser dikin. Bi nexweşxan û bi taybet nexweşên penceşêrê re dibin alîkar. Ji bo elektrîkê jî em bi zarokên gund ên li Ewropayê re axivîn. Wan ji aliyê xwe ve û şêniyên gund jî bi hev re bûn alîkar, me pereyê 6 bermîlên mazotê kom kir û jenaretora xwe vêxist. Niha rojê 2 saetan elektrîka me heye."

Di dawiyê de Hibo got: "Em nema dixwazin gundiyên me ji ber van pirsgirêkan koç bikin. Em bi hev re dikarin hemû pirsgirêkên xwe çareser bikin. Ez hemû kesên ji bo çareserkirina pirsgirêka elektrîka gund bûn alîkar, spasiya wan dikin."

(np)

ANHA