Serêkaniyê ji koçberiyê ber bi entegrasyonê ve; gelo pêvajoya vegerê dê temam bibe?

Di salvegera dagirkirinê ya 7`emîn de dosyaya binpêkirin, koçber û vegera li Serêkaniyê tê vekirin. Bi sedan malbat dest bi vegera li herêmên xwe dikin, lê ev pêvajo jî hîn nehatiye temamkirin.

Serêkaniyê ji koçberiyê ber bi entegrasyonê ve; gelo pêvajoya vegerê dê temam bibe?
Serêkaniyê ji koçberiyê ber bi entegrasyonê ve; gelo pêvajoya vegerê dê temam bibe?
Serêkaniyê ji koçberiyê ber bi entegrasyonê ve; gelo pêvajoya vegerê dê temam bibe?
Serêkaniyê ji koçberiyê ber bi entegrasyonê ve; gelo pêvajoya vegerê dê temam bibe?
Serêkaniyê ji koçberiyê ber bi entegrasyonê ve; gelo pêvajoya vegerê dê temam bibe?
Serêkaniyê ji koçberiyê ber bi entegrasyonê ve; gelo pêvajoya vegerê dê temam bibe?
Serêkaniyê ji koçberiyê ber bi entegrasyonê ve; gelo pêvajoya vegerê dê temam bibe?
Serêkaniyê ji koçberiyê ber bi entegrasyonê ve; gelo pêvajoya vegerê dê temam bibe?
9 cotmeh, 2026   03:42
HESEKÊ
DIYAR EHMED

9`ê Cotmehê (2019) salvegera 7`emîn a destpêkirina êrişên dewleta Tirk ên li ser bajarê Serêkaniyê ye. Ev êriş bi dagirkirina hêzên Tirkiyeyê û çeteyên girêdayî wê ji bajêr û gundewarên wê û bajarê Girê Spî bi dawî bû.

Ji wê dîrokê ve Serêkaniyê derbasî qonaxeke nû ya koçkirina şêniyên resen bi awayekî giştî bû, rewşa bajêr û gundewarên wê hat guhertin, bi deh hezaran şênî li derveyî herêmên xwe 7 salan koçber man.

Li gorî belgeyên hiqûqî hejmara şêniyên ku ji Serêkaniyê, Girê Spî û gundewarên wê koç kiriye, zêdetirî 150 hezarî ye, şêniyên resen ên 52 gundên li Serêkaniyê ji herêma xwe hatin derxistin, nêzî 8 hezar û 300 milkên taybet ên şêniyan, her wiha 100 hezar hektar zeviyên çandiniyê jî hatin desteserkirin, doza milkan bû yek ji dosyayên girêdayî vegera koçberan a li herêmên xwe yên resen.

GIRTIN, WINDAKIRIN Û ÎŞKENCE

Di 7 salên borî de, rêxistinên hiqûqî rêzebinpêkirinên ku li Serêkaniyê û Girê Spî rû dan ên kuştin, girtin, windakirina bi darê zorê û îşkence belge kirin. Li gorî belgeyên Kombenda Teazir a Qurbaniyan hejmara girtinên ku hatine belgekirina 890 e, ji wan 92 jin in û 56 jî zarok in.

Kombendê 346 bûyerên windabûna bi darê zorê belge kirin, hîn jî çarenûsa kesên winda ne diyar e, her wiha 766 bûyerên îşkenceyê belge kirin, ji wan 7 kes hatin kuştin, dosyaya girtiyan jî di belgenameyê de heye. 121 girtî sewqî Tirkiyeyê hatine kirin, ji wan 62 girtî bi cezayê 13 salan û cezayê muebnedê hatin darizandin.

Aliyên hiqûqî diyar dikin ku ev bîlançoyên ku hatine derxistin bi temamî temsîla hemû binpêkirinên li herêmê nakin, ji ber astengiyên xwegihandina agahiyan di nava herêmê de, bîlançoya ku wan daye tenê hatiye belgekirin.

LIHEVKIRINA DI NAVBERA ŞAM Û QSD’Ê DE DOSYAYA VEGERÊ VEKIR

Dosya Serêkaniyê bi lihevkirinên di navbera Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) û hikumeta veguhêz a Sûriyeyê re derbasî qonaxeke nû bû, di peymana 10’ê Adara 2025`an de li ser entegreya di navbera saziyên sivîl û leşkerî li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û saziyên dewletê, misogeriya mafê hemû sûriyeyiyan, vegera hemû koçberên Sûriyeyê ya ji bo bajarok, gundan û dabînkirina parastina wan lihevkirin çêbû.

Di Çileyê (2026) de peymana agirbest û entegreya di navbera hikumeta Sûriyeyê û QSD`ê de pêk hat, pê re xalên pêkanîna entegreya leşkerî û îdarî bi hûrgilî hatin parvekirin, di nava peymanê de entegreya saziyên sivîl ên li Hesekê bi saziyên dewletê re jî rû da, ji nû ve xalên hêzên ewlehiyê hatin sazkirin, pêvajoya vegera koçberan hat destnîşankirin.

Piştî ew qas salan dosyaya vegerê bêyî makanîzmaya ji bo vegerê ma, bi vê yekê re dosyaya vegera koçberên Serêkaniyê bi şêweyekî yekser bû girêdayî pêvajoya nû ya di navbera Şamê û QSD`ê de.

BI 3 KARWANAN HEZAR Û 600 MALBAT VEGERIYAN

Di Tebaxê de (2026) dest bi pêvajoya vegerê bi awayeke birêxistinkirî hat kirin, di 10`ê Tebaxê de karwanê yekemîn a ku ji 410 malbatan pêk tê vegeriyan bajêr û gundewarên wê, di 8`ê Îlonê de jî karwanê duyemîn a ku ji 700 malbatan (7 hezar kes) pêk tê vegeriya 55 gundên girêdayî Serkaniyê, gund û herêmên gundewarên Til Temir û Zirganê.

Karwanê sêyemîn a ku ji 511 malbatên (3 hezar û 242 kes) ku li Kampa Waşûkanî û dibistanên li Hesekê diman, 5`ê Cotmehê gihîşt bajarok û gundewarên başûrê Serêkaniyê.

Di van 3 karwanan de zêdetirî hezar û 600 malbat cih girtin, tê dîtin ku veger bi awayeke esasî tenê ya şêniyên gundan e, di heman demê de dosya vegera koçberên navenda bajarê Serêkaniyê di rojevê de ye, ev yek jî li benda danîna çareseriyên ewlehî, mijara malan û xizmetguzariyê ye.

VEGERÊ DEST PÊ KIRIYE LÊ DOSYA HÎN BI DAWÎ NEBÛYE

Vegera 3 karwanan destpêka pêvajoya birêxistinkirî ya vegera koçberên Serêkaniyê ye, lê di heman demê de ev yek kûrahiya tiştên girîng ku hîn pêk nehatine derdixîne holê, hîn zêdetirî 14 hezar malbat li kampên Waşûkanî û Serêkaniyên yên li Hesekê, Kampa Newroz a li Dêrikê dimînin, veger jî bi hacetî dabînkirina xizmetguzariyê, rakirina mayîn û bermahiyên şer, çareserkirina rewşên malan, zevî û milkan e.

Piştî 7 salên koçberiyê, Serêkaniyê li hemberî qonaxeke nû ya ji qonaxa koçberiyê ber bi vegerê ye, lê veguhestina di navbera her du qonaxan de hîn girêdayî pêkanîna çareseriyên ji bo pirsgirêkên ji ber bandorên salên borî, dabînkirina vegera şêniyan a ji bo mal û zeviyên xwe ye.

Bi rêketina karwanê sêyemîn vegera koçberên Serêkaniyê nema rewşeke mirovî ye, ew bûyer pêvajoyeke meydanî, temamkirina wê girêdayî hêza aliyên peywendîdar a ji bo çareserkirina dosyayên piştî salên koçberiyê ye, ya sereke milk, windahî û girtî, ewlehî, vegera xizmetguzariyê û vegera şêniyên navenda bajêr e.

REWŞA EWLEHÎ Û ÎDARÎ YA TEVLIHEV

Hîn Serêkaniyê û gundewarên wê rastî rewşeke îdarî û ewlehî ya serûbinê hev tê, bi sala ye rêveberiya herêmê ji aliyê mecliseke xwecihî girêdayî rewşa ku dewleta Tirk ferz kiriye hatiye pêkanîn, pê re jî li herêmê komên çekdar ê girêdayî wê hene.

Di vê salê de, ji bo vegera birêxistinbûyîna îdarî ya xwecihî xebatên nû dest pê kirine, gerînendeyê herêmê hat tayînkirin, nivîsgeha rêveber a demkî ji bo meclisa bajêr hat avakirin.

Tevî vekişîna nivîsgeha Tirkiyeyê (El Munesiqa El Tirkiye) ya ku bajar bi rê ve dibir, hîn jî li derdora Serêkaniyê û gundewarên wê hebûneke leşkerî ya dewleta Tirk heye, hêzên Tirkiyeyê li hejmarek xalan hene, dosyaya ewlehiyê yek ji faktorên herî bibandor ên li ser siberoja herêmê ye.

Rewşa heyî zehmetiyên li pêşiya vegera koçberan zêde dike, veger tenê bi vekirina rêyan û dabînkirina gihîştina malan pêk nayê, ew girêdayî rewşa ewlehî û îdarî, çarenûsa milkan, vegera xizmetguzariyê, dabînkirina vegera şêniyan ji bo herêmên xwe ye jî.

(sb)

ANHA