Şêx û şêniyên Tirbespiyê: Li hember gotinên nefretê û tevliheviyan hişyar bin

Şêx û şêniyên Tirbespiyê banga hişyarbûna li dijî komên ku dixwazin li herêmê tevliheviyan derxin kir û got armanca wan têkbirina ewlehiya herêmê ye.

Şêx û şêniyên Tirbespiyê: Li hember gotinên nefretê û tevliheviyan hişyar bin
13 mijdar, 2026   05:30
QAMIŞLO
EBAS XELEF

Di demên dawîn de li parêzgeha Hesekê hin kom hene dixwazin tevliheviyê di navbera Kurd û Ereban de derxin. Der barê vê yekê de şêx û şêniyên Tirbespiyê ji ANHA’yê re axivîn.

Basil El Yûsif diyar kir ku kesên ku tevliheviyê derdixin û gotinên nefretê dikin, armanca wan ew e herêmê ber bi xirakirinê ve bibin. Yûsif da zanîn ew van kiryaran bi tu awayî qebûl nakin û wiha dom kir: “Di dema ku xwendekarên me derdiketin xwepêşandanên ku daxwaza perwerdeya bi zimanê kurdî bikin, li wir hin koman êrişî wan kir. Ev êriş ne êrişekî ji rêzê ye, armanc ew e ku hevgirtina gelan a bi salan têk bibin.”

Basil El Yûsif got: “Em bang dikin ku li dijî van gotinên nefretê û tevliheviyan şiyar bin, werin em bi yek dest herêmên xwe ber bi xweşiyê ve bibin û bi aramî jiyana xwe bi domînin.”

Şêxê eşîra Cewala Meen Mihemed El Dendeh da xuyakirin ku bi salan e li vê herêmê Kurd, Ereb, Suryan û hemû neteweyên din bi hev re dijîn û got: “Di navbera me de hevgirtinek heye û hetanî niha dewam dike.”

El Dendeh destnîşan kir ku hin alî û kom hene hewl didin hevgirtinê têk bibin, lewre van gotinên nefretê di rêya malperan têne belavkirin û li ser wan malperan banga xwepêşandanan dikin da ku tevliheviye li herêmê derxin.

El Dendeh got: “Hesekê bi neteweyên xwe tê naskirin, hemû neteweyên ku li vê herêm dijîn rêzgirtin û hezkirina wan ji hev re heye. Bi taybet wek şêx û gelê Ereb bi vê yekê serbilind in û hêvîdar in ku hezkirina di navbera gelan de dewam dike. Em bang li hemû şêx û gelan dikin ku li hember van gotinên nefretê û yên ku dixwazin herêmên me ber bi tevliheviyan ve bibin, şiyar bin û vê yekê tu carî qebûl nekin.”

Di dawiyê de şêx Meen Mihemed El Dendeh got ew komên van kiryaran dikin temsîla gelê Ereb nakin, ew li dijî van kiryaran in û ev lê zêde kir: “Xwesteka me ew ku biratiya gelan li herêmê hîn zêde bi pêş bixin da ku bibe nimûne ji parêzgehên din.”

ANHA