Seyîd Evran û domandina rêwîtiya wî

“Niha aliyekî min Bakur e, aliyekî min Rojava ye, aliyekî min Başûr e, aliyekî min Rojhilat e. Ez bi temamî bûm Kurdistan”. Ev gotinên dawîn ê rojnameger Seyîd Evran in. Li her çar parçeyên Kurdistanê ji rojnameger, hevalên xwe û gel re bû çavkaniya jiyaneke watedar. Hevrêya wî Rojbîn Denîz li ser kesayeta wî dibêje “Xeta ragihandina azad rihekî şoreşgerî dixwest û ew ruh heval Seyîd di xwe de ava kiribû. Em ê jî rêya wî bişopînin.”

Seyîd Evran û domandina rêwîtiya wî
22 îlon, 2026   02:55
QAMIŞLO
BERÎTAN ÎRLAN

“Li çiyayên Kurdan ji yekê zêdetir çîrokên mirovan hene. Em nikarin wan bi çîrokekî tenê vebêjin. Têrê nake.” Rojnameger Seyîd Evran bi van gotinan meşa têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd vedibêje. Em jî niha gotinên wî di salvegera şehadeta wî ya 3’yemîn de tînin ziman. Seyîd Evran di jiyana xwe de gelek çîrok bi cih kirin, hema bêje li her aliyên Kurdistanê bi dehan çîrok li pey xwe hiştin. Dema li nexweşxaneyê bû di saetên jiyana xwe yên dawîn de bi peyamekê çîroka herî biwate li pey xwe hişt.

‘EZ NEVIYÊ KALÊ XWE ME’

Evran sala 1969’an, li navçeya Hênê ya Amedê, di nava malbateke xwedî dîrokeke tijî têkoşîn de hatiye dinê. Seyîd Evran dibêje “Kalikê min dema ku bi Şêx Seîd re meşiya ev têkoşîn da destpêkirin. Ez neviyê kalikê xwe me, ala ku min wergirtiye bi Rêber Apo û PKK’ê re min dewam kir.”  Seyîd Evran di nava dîrokeke wiha de hat dinê. Dema Evran hîn zarok bû, li Tirkiyeyê û Bakurê Kurdistanê ciwanên Kurd dest bi rêwîtiyeke demdirêj a têkoşînê dikir. Evran jî li Zanîngeha Çukurovayê xwend û bi xebatên Çapemeniya Azad dest bi têkoşînê kir.

‘DIVIYA GELÊ MIN AZAD BIBÛYA’

Di salên 1990’î de, dewleta Tirk dest bi şewitandin û talankirina gundên Kurdan û qetilkirina Kurdan kiribû. Di nava wê atmosferê de, Seyîd Evran biryar da bibe dengê gelê xwe û destpêka salên 1990’î bi gotina “Ji rastiyê tawîz nayê dayîn” li rojnameya Özgür Ülke dest bi xebatê kir. Wekî ku ew dibêje “Ez Kurd bûm û diviyabû gelê min azad bibûya.”

Bê guman hilbijartina vê rêyê berdêl jî dixwestin, 3’yê Kanûna 1994’an navendên rojnameyê yên li Enqere û Amedê hatin bombekirin. Rojnameger Ersîn Yildiz hat qetilkirin û 23 rojnameger jî birîndar bûn. Seyîd Evren ji bombebaranê xelas bû. Lê van êrişan ew netirsand û sala 1995’an berê xwe da çiyayên Kurdistanê, bû derwêşê ku li pey rastiya têkoşîna gelê xwe digere.

30 salan herêm bi herêm li Kurdistanê geriya, serpêhatiyên têkoşer, gel, çiya, av û her kêliya têkoşînê tomar kirin û bi raya giştî re parve kir. Bîranînên xwe yên li çiyayê Kurdistanê bi sernavê “Rêwîtiya ber bi Peravên Jiyanê ne” nivîsîn.

‘EZ BI TEMAMÎ KURDISTAN IM’

Li çar parçeyên Kurdistanê, di nava Kurdên li Ermenîstan û Rûsyayê de jî kar kir. 2012’an derbasî Rojavayê Kurdistanê- Sûriyeyê bû. Ji bo Şoreşa Rojava bi raya giştî re par ve bike kedek mezin da. Di Ajansa Nûçeyan a Firatê (ANF) de dest bi xebatê kir. Di akademiyên ragihandinê yên Rojava de ders da û bi sedan şagirt perwerde kir. Sala 2017’an derbasî Başûrê Kurdistanê bû û li wir jî xebateke berfireh meşand. Seyîd Evran di peyama xwe ya xatirxwestinê de ji bo xebatên xwe wiha got: “Ji Amedê heta Xerzanê, ji Efrînê heta Qamişloyê, ji Zapê heta Silêmaniyê, ji Ûrmiyeyê het Mehabadê ez li her derê bûm. Niha aliyekî min Bakur e, aliyekî min Rojava ye, aliyekî min Başûr e, aliyekî min Rojhilat e. Ez bi temamî bûm Kurdistan.”

‘HEVAL SEYÎD ROJNAMEGEREKÎ ŞOREŞGER BÛ’

Baş e kesayeteke wisa ku bûye Kurdistan çawa tê naskirin? Hevrê û hevkara Seyîd Evran rojnameger Rojbîn Denîz wiha qala kesayeta Seyîd Evran dike: “Heval Seyîd şoreşgerekî rojanmevan bû. Xeta ragihandina azad rihekî şoreşgerî dixwest û ew ruh heval Seyîd di xwe de ava kiribû. Bixwe jî digot ‘Ji bo ez bi wate bijîm, min têkoşînek mezin da’. Me jî ji vê taybetmediya wî sûd digirt. Ji bo me cihê zanistê bû. Şoreşgerî jî zanist e, ev di kesayeta wî de kom dibibû. Cudahiyek wî hebû, pîvanên şoreşgerî û rojnamegerî yên hatine ezberkirin derbas dikir. Ne kesek bi qalib bû. Kesek fikrê wî vekirî bû. Ji bo vê kesayeta wî jî xebatên wî zêdetir bi bandor bû. Me li başûr hevdû nas kir. Li wir jî xebat meşand. Li gel ku xetên cuda yên siyasî li wir hebûn, lê heval Seyîd bi cudahiya xwe dikete nav wan jî. Pîvanên xwe diparast, cudahî û fikrê xwe diparast û wisa kar dikir. Karê wî xîtabî herkesî dikir.”

‘TÊKOŞÎNEKE BIWATE KIR’

Di nava rojnamegeran de Seyîd Evran wek hafizayeke dîrokê dihat dîtin, dema tiştek bihata lêkolînkirin, çavkanî Seyîd Evran bû. Rojbîn Denîz dibêje: “Têkoşînek bi wate da meşandin, ev têkoşîna gelê Kurd bû. Ji bo vê jî divê hafizayek wê hebe. Cihê ku diçûyê taybetmendiya erdnîgarî, çanda gel, sosyolojî, felsefe û baweriya wir lêkolîn dikir. Ev tevahî di xwe de kom kiribû. Dema dikete nava civakê jî, li ser civakê agahî didan gel. Ne tenê rojnameger heman demê de perwerde dikir.”

Seyîd Evran beriya ku şehîd bikeve peyama dawîn parve kir, qala domandina têkoşînê dikir. Rojbîn Denîz jî di dawiyê de got: “Em ê jî rêya wî bişopînin, pênûs û kameraya wî hildin û têkoşîna wî bidomînin.”  

Di 22’yê Îlona 2023’yan de li Rojavayê Kurdistanê jiyana xwe ji dest da. 27’ê Îlonê li bajarê Qamişlo bi merasîmeke girseyî ku tê de şagirtinên wî soza şopandina rêya wî da, hat oxirkirin.

ANHA