‘Sûriye bi hevgirtin û rêzgirtinê ava dibe’

Şêniyên gundên Aliyanê ya Çilaxayê li hember zêdebûna zimanê nefret û kîndariyê banga hevgirtinê li pêkhateyan kir û ji hikumeta veguhêz xwest berpirsyariya xwe ya parastina welatiyan pêk bîne û mercên jiyanê baş bike.

‘Sûriye bi hevgirtin û rêzgirtinê ava dibe’
7 mijdar, 2026   04:15
QAMIŞLO
BESNE ŞEMO

Şêniyên gundên herêma Aliyanê ya Çilaxayê têkildarî sûcên kuştina li ser nasnameyê, zêdebûna zimanê nefretê, paşketina rewşa ewlehiyê, bilindbûna buhayan nêrînên xwe ji ajansa me re anîn ziman. Şêniyan fikarên xwe ji ber vê rewşê anîn ziman û banga xurtkirina hevgirtina pêkhateyan kir. Di heman demê de bang li hikumeta veguhêz kirin ku ji bo parastina şêniyan tedbîrên cidî bigire û rewşa aborî baş bike.

‘HEVGIRTIN MÎSOGERIYA PARASTINA TEVNA CIVAKÎ YE’

Şêniya bi navê Emîne Remedan diyar kir ku bê ewlehiya li Sûriyeyê, zêdebûna zimanê nefret û provokasyonan di navbera pêkhateyan de rîskekê li ser civaka Sûriyeyê çêdike.

Emîneyê destnîşan kir ku hewldanên derxistina fitn, parçekirin û xirabkirina têkiliyên gelan, hew xizmeta aliyên dixwazin istiqrara herêmê xirab bikin, dikin.

Emîneyê da zanîn ku pêdiviya qonaxa heyî bi hevgirtina tevahî pêkhateyan heye û wiha dom da axaftina xwe: "Divê rê nayê dayîn ku ku ji bo derxistina şeran sûd ji nakokiyên neteweyî, an ol û an jî çandî werin girtin. Hikumet tên guhertin, yek tê û yek din tê, lê girêdana gel dimîne."

Emîne Remedan destnîşan kir ku parastina aştiya navxweyî berpirsyariyeke hevbeş e, her wiha bang li hikumeta veguhêz kir ku berpirsyariya xwe ya parastina welatiyan bi cih bîne, hesab ji kesên ku dixwazin fite û provokasyonan çêbikin bixwaze û ji bo xurtkirina baweriyê di navbera hemû pêkhateyên civaka Sûriyeyê bixebite.

Emîne Remedan di dawiya axaftina xwe de ev peyam da: "Aramiya Sûriyeyê bi parastina pirrengiya wê û yekitiya gelê wê ve girêdayî ye. Divê rê neyê dayîn ku ev pirrengî û cudabûn bibin sedema şer û parçebûnê."

‘REWŞA ABORÎ ZEHMETIYÊN ME ZÊDETIR DIKE’

Şêniya bi navê Helîma Salih jî bal kişand ser rewşa debarê ya zehmet, zêdebûna buhayan û kêmbûna mûçeyan û destnîşan kir ku bi nêzîkbûna zivistanî re rewşa jiyanî zehmettir bûye û gelek malbat nikarin amûrên germkirinê peyda bikin.

Helîmayê îşaret pê kir ku ji ber buhabûnê û biryarên aborî yên giran êdî welatî nikarin pêdiviyên xwe yên bingehîn bi cih bînin, lew ra malbat neçar mane dev ji hin pêdiviyan berdin û bi cih neyînin.

Helîmayê bang li hikumeta veguhêz kir ku rewşa aboriyê baş bike, buhayên sotemenî û pêdiviyên bingehîn kêm bike û biryarên ku barên welatiyan giran dike, nede.

Helîma Salih bi van gotinan dawî li axaftina xwe anî: "Aramî bi dirûşman pêk nayê, lê divê jiyaneke bi rûmet û pêdiviyên bingehîn ji şêniyan re werin peydakirin."

LI DIJÎ PROVOKASYONAN BANGA HIŞYARIYÊ

Şêniyê bi navê Ehmed Dahir jî da zanîn ku Sûriye di hemû aliyan de di pêvajoyeke metirsîdar re derbas dibe û hişyarî li ser domandina krîzê, belavbûna zimanê nefret û kîndariyê da ku dê welat ber bi hilweşînê ve bibe.

Ehmed Dahir destnîşan kir ku gûrkirina fitneya mezhebûn û nakokiyan di navbera pêkhateyan de sûdê nade tu kesî, lê gelê Sûriyeyê wê bibe mexdûrê yekemîn.

Dahir bal kişand ser vê yekê ku ji bo avakirina Sûriyeya nû li ser bingeha wekhevî, edalet û rêzdariya li hemberî pirrengiyê pêdivî bi beşdariya tevahî sûriyeyiyan heye. Her wiha da zanîn ku divê siyasetên destpotîzmê û dûrxistinê, paşguhkirina mafên pêkhateyan û taybetmendiyên wan ji holê bêne rakirin.

Dahir bang li hikumeta veguhêz kir ku berpirsyariyên xwe bi cih bîne, bersiva hewldanên têkbirina yekitiya civakî bide, ewlehiyê ji tevahî sûriyeyiyan dabîn bike, di heman demê de siyaseteke aborî ya adilane hilbijêre ku welat geş bike û rewşa jiyanî baş bike.

Ehmed Dahir di dawiya axaftina xwe de got: "Sûriye bi pêkhateyekê tenê ava nabe, lê bi beşdariya hemû pêkhateyan, rêzdariya li hemberî mafên wan û taybetmendiyên wan ava dibe. Yekitî û hevgirtina civakî bingehên derbaskirina qonaxa heyî û parastina siberojoa welat ji şer û parçebûnê ye.”

(bb)

ANHA