Suryan daxwaza fermîkirina zimanê xwe dikin

Suryanan daxwaz kir ku zimanê suryanî bibe yek ji zimanên fermî yê Sûriyeyê û bikeve nava bernameya perwerdeyê ya dibistanan.

Suryan daxwaza fermîkirina zimanê xwe dikin
24 mijdar, 2026   07:16
HESEKÊ
BILIND HECÎ

Pêkhateyên Sûriyeyê daxwaz dikin ku zimanê wan di destûra Sûriyeyê de bê naskirin, çand û dîroka wan were parastin û daxwaz dike ku zimanê wan bibe yek ji zimanên perwerdeyê yê Sûriyeyê.

Berpirsa Saziya Olaf Tau Sofya Yûsif û endama Meclisa Rêveber a Saziya Yekitiya Jinên Suryan a Sûriyeyê Îlham Metelî ji ajansa me re axivîn.

`ZIMAN NASNAMEYA ME YE`

Sofya Yûsif got ew ji sala 2015`an ve daxwaz ji dewleta Sûriyeyê dikin ku zimanê suryanî bibe yek ji zimanê fermî yê Sûriyeyê. Sazî û mamosteyên wan ên zimanê suryanî hene. Di saziyên zimên de tenê hîn bûna ziman têra wan neke. Zarokên wan daxwaz dikin ku bi zimanê xwe yê dayikê bixwînin. Mafê hemû pêkhateyan heye ku bi zimanê xwe biwînin. Ziman nasnamea wan e, li Sûriyeyê kevnar e û ew daxwaz dikin ku di destûrê Sûriyeyê de bibe zimanekî fermî yê Sûriyeyê.

Sofyayê diyar kir ku ji ber zimanê suryanî ne fermî ye, gelê suryanî ji zimanê xwe dûrketiye û her kes fêrî zimanê xwe nabe.

`DAXWAZKIRIN MAFÊ ME YE`

Endama Meclisa Rêveber a Saziya Yekitiya Jinên Suryan a Sûriyeyê Îlham Metlî jî got zimanê suryanî zimanê gelê Suryan e, ew daxwaz dikin ku bibe yek ji zimanê fermî yê Sûriyeyê û got: “Sûriye dergûşa şaristaniyan e. Ax û kevirên Sûriyeyê şahid in ku gelê Suryan yek ji neteweyên kevnar ê Sûriyeyê ye. Ji mafê wan e ku li dibistanan zimanê suryanî hebe. Em tê dikoşin da ku zimanê suryanî veguhêzin neslên nû û daxwaz ji hikumeta Sûriyeyê dikin ku cidî nêzî daxwazên ziman bibe. Heke zimanê suryanî bikeve bernameya perwerdeyê dê çand û zimanê me bê parastin.”

(np)

ANHA