‘Taloqkirina nivîsandina destûrê saziyên dewletê lawaz dike’

Parêzer Mesûd Mihemed Elî da zanîn ku taloqkirina nivîsandina destûrê, Sûriyeyê dibe sedema ku sazî lawaz bibin, baweriya welatiyan bi dewletê kêm bibe û aramî li welêt çênebe.

‘Taloqkirina nivîsandina destûrê saziyên dewletê lawaz dike’
30 cotmeh, 2026   02:35
HESEKÊ
BOTAN HISÊN

Parêzer Mesûd Mihemed Elî der barê nenivîsandina destûra Sûriyeyê û bandora wê li ser rewşa Sûriyeyê de ji ajansa me re axivî.

Parêzer Mihemed Elî diyar kir ku derengmayîna nivîsandina destûrê dibe sedem ku tevlihevî derkeve û aramî çênebe. Her wiha di aliyê ewlehiyê de valahî çêkiriye, zimanê nefretê tê bikaranîn û saziyên dewletê lawaz dike.

Mihemed Elî got divê destûra Sûriyeyê ya nû li ser bingeha demokrasiyê were nivîsandin, hêviyên gelê Sûriyeyê pêk bîne, desthilatdariyê ji azadiya giştî, pirrengiya siyasî û qanûnê qut bike û rêzê bide mafên mirovan.

Her wiha anî ziman ku divê destûra nû hevpeymana civakî ava bike, garantiya mafên hemû pêkhateyên Sûriyeyê, netewe û olên li Sûriyeyê were dayîn. Rêz ji pirrengiya neteweyî, olî û çandî re were girtin. Ji bo ku di destûrê de wekhevî di navbera hemwelatiyan hebe divê bi qanûnî cudahî neyê kirin, dozgerî serbixwe bin û hesab ji hemû sûcdaran were xwestin.

Mihemed Elî pêşniyar kir ku komîteyek were avakirin, nûnerên hemû neteweyan, jin, ciwan û nûnerên civaka sivîl cihê xwe tê de bigirin. Reşnivîsa destûrê binîvsînin û pêşkêşî civaka Sûriyeyê bikin.

Têkildarî taloqkirina nivîsandina destûrê Mihemed Elî got pirsgirêkên siyasî û bê baweriya di navbera aliyan de dibe sedema ku nivîsandina destûr dereng bimîne. Her wiha alî li ser modêla sîstemê jî li hevdû nakin. Ev hemû dibe sedema ku aramî li Sûriyeyê çênebe, parçebûyîna di navbera pêkhateyên Sûriyeyê de kûr dike. Ji ber lêvegera destûrî nîne bawerî zeyîf dibe û xeteriyê li ser aştiya civakî çêdike.

Ji bo pirsgirêkên Sûriyeyê çareser bibin Mihemed Elî got ji bo dest bi nivîsandina destûra demokratîk divê di serî de diyaloq çêbe, komîteyeke serbixwe ava bikin, demê diyar bikin û sûdê ji tecrubeyên qanûnî wergirin. Rêxistinên hiqûqî û civaka sivîl jî pêvajoya amadekirina destûrê bişopîne, pêşniyarên xwe pêşkêş bikin û rêz ji bo mafên mirovan û qanûnên navdewletî were dayîn.

Di dawiyê de parêzer Mesûd Mihemed Elî got destûra Sûriyeyê ne tenê belgeyeke qanûnî ye, ew divê hevpeymaneke civakî be, mafê hemû pêkhateyan were dayîn û wekhev bijîn. Sûriye bi paşguhkirin û zextê nayê avakirin, bi edalet, hemwelatî û qanûnê dê were avakirin.

(np)

ANHA