‘Tundiya li dijî jinan encama zîhniyeta baviksalar e ‘

Endamên PYD‘ê dan zanîn ku tundiya li dijî jinan encama zîhniyeta baviksalar e ku rê li ber azadiya jinan û mafê wan digire. Her wiha îşaret pê kir ku divê hişmendî were guhertin û wekheviya di navbera herdu zayendan bê pêşxistin.

‘Tundiya li dijî jinan encama zîhniyeta baviksalar e ‘
23 mijdar, 2026   05:05
HESEKÊ
MÎRAV ÎSO

Der barê tundiya li ser jinan de, endamên Meclisa Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) a bajarê Dirbêsiyê Mihemed Salih û Ehmed Silêman ji ajansa me re axivîn. 

Mihemed Salih diyar kir ku tundiya li dijî jinan girêdayî rêxistinkirina civakê ya li ser bingeha hegemonî û desthilatê ye, zîhniyeta baviksalarî hişt ku desthilata mêr di nava civakê û malbatê de bê domandin, ev yek pêşketiye hewildanên ferzkirina zextê li ser jinan di hundirê malê de jî tê dîtin.

Mihemed Salih destnîşan kir ku azadiya jinan ji azadiya fikr û dayîna biryarê de dest pê dike û got, divê mêr jî xwedî fikreke azad be, li şûna berdewamkirina têkiliya ferzkirin û hegemoniyê, her du alî bi hev re ji bo rêgirtina ber tundiyê li çareseriyan bigerin.

Mihemed Salih diyar kir ku hinek adetên kevnperest, hişmendiya eşîrtî û civakî dihêle ku tundiya li dijî jinan bidome û ev li gotinên xwe zêde kirin: "Tevî ku jin xwe ji bo bidestxistina maf û azadiyê bê navber tê dikoşin, lê jinan lawaz dibînin û hebûna wan bi mêran ve girê didin. "

Mihemed Salih da zanîn ku ji tênegihiştinê û civaka nebirêxistinkirî dihêlin ku ev diyardeya tundiyê pêş bikeve û got: "Avakirineke civakeke xwedî hişmendiyeke azad hewcedarî xelaskirina wê ji tundiyê ye. Divê jin maf û rêya parastina mafê xwe nas bike, li kêlek wê jî divê mêr jî maf û erka xwe bizanibin. Bi vê gavê re têkiliyeke xwedî rêzdarî, wekhevî û berpirsyartiyeke hevbeş tê avakirin."

Ehmed Silêman destnîşan kir ku tundiya li dijî jinan binpêkirineke maf û azadiya jinan e û wiha domand "Hinek mêr vê binpêkirinê li gorî adetên kevin dibînin. Bi vê re jî serdestiya xwe li ser jinan pêşdixînin û bi vê yekê di nava malbat û civakê de têkiliyeke hegemonîk tê avakirin."

Silêman da zanîn ku hinek hişmendî hene dihêle ku tenê mêr di nava malbatê de pêşengtiyê bike û biryaran bide, jinan wekî ku nikare berpirsyartiyê rake dibînin, rola wê di pêkanîna pêdiviyên malê û xwedîkirina zarokan tenê sînordar dike, wê ji mafê wê û mafê mîrasê bê par dihêle.

Ehmed Silêman diyar kir ku ji ber domandina van binpêkirinan li dijî jinan fikrandina bi zîhniyeteke baviksalarî nayê guhertin, divê jin hişmendiya xwe ya xweparastin û xwenaskirinê pêşbixe û li ber mafê xwe berevaniyê bike.

Ehmed Silêman bal kişand ser rewşa jinan di Şoreşa Rojava de û da zanîn ku jinan pêşengtî ji şoreşê re dikin, di qadên leşkerî û saziyên sivîl de cih girt û destkeftî û maf bidestxistin. Silêman anî ziman ku ji bo ev destkeftî parstî bimînin divê bi qanûnî werin mîsogerkirin.

Ehmed Silêman destnîşan kir ku di demekê de ku cudekarî di navbera mêr û jinan de derdikeve holê û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Divê jin hêza xwe nas bike û di qanûnan de mafê xwe mîsoger bike. Pêdiviya avakirina civakeke hevseng bi naskirina mafê her du zayendan û rêzdariya li hemberî hev û du ve çêdibe."

(sb)