Vegera koçberên Serêkaniyê li ber astengiyên lîsteyan û valakirina malan e

Cîgirê Fermandarê Ewlehiya Hundirîn a Kar û Barên Ewlehiyê yê Parêzgeha Hesekê Mehmûd Xelîl da zanîn ku astengiyên li pêş vegera koçberên Serêkaniyê ya ji bo malên xwe tên çareserkirin, vegera malbatên koçber ên li Hesekê dimînin girêdayî valakirina malên wan ê li Serêkaniyê ye.

Vegera koçberên Serêkaniyê li ber astengiyên lîsteyan û valakirina malan e
Vegera koçberên Serêkaniyê li ber astengiyên lîsteyan û valakirina malan e
Vegera koçberên Serêkaniyê li ber astengiyên lîsteyan û valakirina malan e
Vegera koçberên Serêkaniyê li ber astengiyên lîsteyan û valakirina malan e
Vegera koçberên Serêkaniyê li ber astengiyên lîsteyan û valakirina malan e
Vegera koçberên Serêkaniyê li ber astengiyên lîsteyan û valakirina malan e
21 cotmeh, 2026   15:41
HESEKÊ
HENAR ÎBRAHÎM-BOTAN HISÊN

Di çarçoveya vegera koçberan de, karwanê şeşemîn ê koçberên Serêkaniyê yên ku li Kampa Waşûkanî û Kampa Newroz diman, îro ber bi gundên xwe ve bi rê ket. Xebatên ji bo çareserkirina pirsgirêkên têkildarî vegera koçberana ji bo bajar didomin. Ew xebat girêdayî lîsteyên navên malbatan û valakirina malên şêniyên resen in.

50 MALBAT JI SERÊKANIYÊ HATIN DERXISTIN

Cîgirê Fermandarê Ewlehiya Hundirîn a Kar û Barên Ewlehiyê yê Parêzgeha Hesekê Mehmûd Xelîl da zanîn ku aliyên peywendîdar 50 malbatên ji taxên El Neşwê û El Ezîziyê yên ji Hesekê ji Serêkaniyê derxistin, beşa bê jî dê ji sed malbatan pêk bê û ew jî ji bajêr bên derxistin.

Mehmûd Xelîl diyar kir ku di çêkirina lîsteya beşa duyemîn de pirsgirêkên ku girêdayî ev malbat dibêjin ku ew ji şêniyên Serêkaniyê ne derketin holê, hat destnîşankirin ku ew ne ji bajarê Serêkaniyê ne, ev dihêle ku mijar bê çareserkirin beriya pêkanîna rêkarên derxistina wan a ji bajêr.

Mehmûd Xelîl da zanîn ku Ewlehiya Giştî van pirsgirêkan çareser dike, valakirina malan bi awayekî dualî pêk tê, malbatên ku ji Serêkaniyê tên derxistin ji bo malên wan ên li Hesekê tên şandin, li beramberî wê malbatên koçber ên ji Serêkaniyê vedigerin malên xwe.

PIRSGIRKÊKA MALAN LI PÊŞ VEGERA KOÇBERAN DIBE ASTENG

Xelîl destnîşan kir ku di pêvajoya vegera koçberan a ji bajarê Hesekê ber bi Serêkaniyê ve astengî derdikevin, ev astengî jî girêdayî mijarên malan e.

Mehmûd Xelîl da zanîn ku hinek malên li Serêkaniyê hene hîn niştecihên ne ji bajêr lê dimînin, ev dibe asteng li pêş vegera xwediyên malan, aliyên peywendîdar ji bo hêsankirina vegera koçberan xebatan dimeşînin.

NERAZÎBÛNÊN LI SER LÎSTEYA BEŞA ŞEŞEMÎN

Têkildarî beşa şeşemîn a koçberên Serêkaniyê, Mehmûd Xelîl diyar kir ku îro ji bo lîsteya ku ji 200 malbatan pêk tê, pirsgirêk derketin, hat dîtin ku navê hejmarek ji malbatên ku dixwazin vegerin di lîsteyê de tune ye.

Mehmûd Xelîl da zanîn ku aliyên peywendîdar dan û stendin bi malbatan re kir, ji bo çareserkirina pirsgirêkê ku heta niha navê wan di lîsteyê de tune ye, wê rêveberiya Kampa Waşûkanî mijarê bi malbatan re nîqaş bike.

DEMA VEGERA KOÇBERÊN LI BAJARÊ HESEKÊ DIMÎNIN NEHATIYE DIYARKIRIN

Der barê dema birêketina karwanên koçberên Serêkaniyê yên ku li bajarê Hesekê dimînin, Xelîl diyar kir ku vegera wan ne girêdayî karwanên ku berê xwe bidin Serêkaniyê, vegera wan girêdayî mijara valakirina malên wan e.

Mehmûd Xelîl da zanîn ku heta niha dema vegera koçberên li bajarê Hesekê ji bo bajarê wan nehatiye diyarkirin.

Di dema birêketina karwanê şeşemîn a ku ji koçberên li Kampa Waşûkanî û Kampa Newroz pêk tê, malbatên ku li Kampa Waşûkanî dimînin ji ber nerazîbûnên li ser newergirtina wan ji kartên koçberan, tevî ku ji dema vekirina kampê li kampê ne, rê girtin.

Ev pirsgirêk ji ber nedayîna kartên serbixwe ji bo hinek malbatên nû piştî zewacê derkete holê, ev pirsgirêk di demekê de ku rê ji bo berfirehkirina kampê tune bû rû da.

(sb)

ANHA