Xebat Beşîr: Em ê li hember hişmendiya ku me paşguh dike tê bikoşin

Rêvebera Kongra Star Xebat Beşîr rewşa jinên Sûriyeyê nirxand, nêzîkatiyên hikumeta veguhêz ên ji jinan re rexne kirin û got ew ê li hember hişmendiya ku wan paşguh dike tê bikoşin.

Xebat Beşîr: Em ê li hember hişmendiya ku me paşguh dike tê bikoşin
29 mijdar, 2026   05:05
QAMIŞLO
JÎNDA DILSOZ

Rêvebera Kongra Star Xebat Beşîr ji ajansa me re diyar kir ku berî şoreşa Rojava tenê jinên bi tevgerê re dixebitîn û têkiliya wan pê re hebû daxwaza mafên xwe dikir û wiha pê de çû: "Lê piştî şoreşa Rojava (19`ê Tîrmehê) rewşa jinan ji hemû aliyan ve hat guhertin. Jin hîn zêdetir û çalak tev li bûn û bûn xwedî îrade. Nasnameya xwe weke jin da nasîn û li hember tundiya malbatî û civakî dest bi têkoşînê kir. Ji sedî 50 di hemû sazî, meclis û navendên biryarê de cihê xwe girt. Di qada siyasî, leşkerî û civakî bû xwedî biryar."

Xebatê di mijara nêzîkatiya ji jinan re hikûmeta veguhêz rexne kir û got: "Hikûmeta Veguhêz rola jinan paşguh dike. Dest datîne ser deskeftiyên jinan, ji rêveberiyê û meydana xebatê dûr dixîne. Em ê li hember hişmendiya me paşguh dike, têbikoşin."

Ji bo xebatên Kongra Star jî Xebatê got: "Ji bo pirsgirêk bê çareserkirin em perwerde, civîn û çalakiyan bi rêxistin dikin. Li ser dijîtal medyayê bi dijwarî êrişî jinan dikin û hewl didin îradeya wan bişikînin."

Di dawiyê de Xebat Beşîr got: "Em ê di hemû rewşan de têkoşîna xwe bidomînin. Ez bi hêvî me ku hemû jin hêza xwe bibînin û li hember tundiyê û polîtîkaya paşguhkirine tê bikoşin."

(np)

ANHA