Xelkê Hesekê: Em bang li rûsipî, oldar û malbatan dikin bila berpirsyar nêz bibin

Şêniyên bajarê Hesekê bang li rûsipiyên eşîretan, oldar û malbatan kir ku berpirsyar nêzî pirsgirêkan bibin û rê li pêşiya tevlîheviyê bigirin.  

Xelkê Hesekê: Em bang li rûsipî, oldar û malbatan dikin bila berpirsyar nêz bibin
16 cotmeh, 2026   02:35
HESEKÊ
BILIND HECÎ

Li bajarê Hesekê di encama zimanê nefretê û provokasyonan şêniyên taxa Xiwêran a bajarê Hesekê xwepêşandan li dar xist û destdirêjî li sembolên Kurdî û wêneyê şehîdan kir. Şêniyên Xiwêran bi taybet roja înê piştî nimêjê xwepêşandan li dar dixin. Her wiha di vê hefteyê û ya borî de erebeyên di Xiwêran re derbas dibûn êrîşî wan dikirin. Li Til Temir jî êrîşî navenda Meclisa Malbatên Şehîdan kir.

Li hemberî van kiryaran şêniyên Hesekê ji ANHA`ê re axivîn û helwestê xwe diyar kir.

Nivîskar Ebdulwehab Pîranî got: "Hefteya borî li Hesekê zimanê nefretê zêde hate bikaranîn, xwepêşandan ne ji bo pirsgirêkên xizmetguzariyê, bihabûn û bêkariyê bû, vê carê li dijî pêkhateyekê xwepêşandan li dar xistin û dirûşmên nijatperest bikaranîn. Pêkhateya Kurd a ku ji bo demokrasî û aştiya Sûriyeyê bi hezaran şehîd dan di wan xwepêşandanan hedef hatin girtin."

Pîranî balkişand ser kesên tev lê xwepêşandanan bibûn û wiha got: "Zarokên ku temenê wan di binya 18 salî de bû û diviyabû li dibistanê bin tev lê wan xwepêşandanan bibûn û rûsipiyên eşîretan, oldar û jin tev li nebibûn. Gelo kî li pey van xwepêşandana ne û çima van zarokan didin bikaranîn."

Pîranî di dawiya gotinên xwe de bang li rûsipiyên eşîretan, dê û bavên zarokan û oldarên misilman û xiristiyan kir û got: "Berpirsyar nêzî vê rewşê bibin, aştiya civakî biparêzin, heke rewş bi vî awayî bidome dibe ku ev tevlîhevî belavî li tevahiya Cizîrê û Sûriyeyê bibe. Hêzên derve, bermahiyên çeteyên DAIŞ û xwediyên rûpelên medya dijîtal hewl didin ku provokasyonan bikin, pêvajoya entegrekirin, aştî û siyasî bi rê ve neçe. Gelê Sûriyeyê ji hevdû ne aciz e lê hin alî û hucre dixwazin pêvajoya entegrekirine têk bibin."

Hebîb Ebdulezîz Faris jî got: "Civaka Hesekê pirrengî ye, Ereb, Kurd, xiristiyan, misilan û Êzidî hene hemû bi hev re dijîn. Grupên di xwepêşandanên hefteya borî de destdirêjî li mal û mulkên taybet û giştî kirin ew ji derveyî qanûnê ne. Ew dirûşmên nijatperest ên têne berzkirin dibe ku bibe sedema tevlîhevî derkeve û aramiya herêmê tehdîd bike."

(np)

ANHA