Xwendekar: Em dev ji zimanê xwe bernadin

Xwendekarên bajarê Girke Legê diyar kir ku ew dikarin fêrî zimanên erebî, îngilîzî û yên dîtir bibin lê ew dev ji zimanê xwe yê dayikê bernadin.

Xwendekar: Em dev ji zimanê xwe bernadin
23 îlon, 2026   04:50
QAMIŞLO
ROHAT XELEF-KÎNAN EL SEYÎD

Ji bajarê Girke Legê xwendekaran li hember biryara Wezareta Perwerdeyê ya hikumeta veguhêz got ew qebûl nakin. 

Roksan Egîd got: "Zimanê kurdî zimanê me yê dayikê ye û mîna berê em daxwaz dikin bi zimanê xwe bixwînin. Em dikarin fêrî erebî, îngilîzî û zimanên dîtir bibin lê ev nayê wateya em dev ji zimanê xwe berdin, divê em zimanê xwe yê dayike biparêzin. Ji mafê me ye em bi zimanê kurdî xwendina xwe berdewam bikin û bila wezaret biryara xwe di ber çavan re derbas bike."

Zekiya Ebdullah anî ziman ku zimanê dayike parçeyek ji xwendina wane û ew naxwazin ku were sînordarkirin, ew dixwazin xwendina xwe bi ziman kurdî bidomînin.

Roz Ebdullah anî ziman ku ew biryara Wezareta Perwerdeyê qebûl nakin, ji mafê wan e bi zimanê dayikê bixwînin.

Ebdulrehman Temê jî got: "3 saet têra me nakin, em dixwazin bi zimanê xwe yê dayikê bixwînin, nabe ku zimanê kurdî bi 3 saetan sînordar bikin."

(np)

ANHA