Xwendekar û mamosteyên Zanîngeha Kobanê: Zimanê kurdî xeta me ya esasî ye

Xwendekar û mamosteyên Zanîngeha Kobanê dibêjin divê zimanê kurdî di destûra Sûriyeyê de bê misogerkirin, ji ber ku ew bi vî zimanî tenê digihêjin hêviyên xwe.

Xwendekar û mamosteyên Zanîngeha Kobanê: Zimanê kurdî xeta me ya esasî ye
Xwendekar û mamosteyên Zanîngeha Kobanê: Zimanê kurdî xeta me ya esasî ye
Xwendekar û mamosteyên Zanîngeha Kobanê: Zimanê kurdî xeta me ya esasî ye
Xwendekar û mamosteyên Zanîngeha Kobanê: Zimanê kurdî xeta me ya esasî ye
Xwendekar û mamosteyên Zanîngeha Kobanê: Zimanê kurdî xeta me ya esasî ye
21 mijdar, 2026   06:45
KOBANÊ
SILAVA OMER

Li ser biryara Wezareta Perwerdeyê ya Sûriyeyê ya têkildarî tenê 3 ders di hefteyê de ji bo zimanê kurdî hebin, bi hezaran xwendekarên li Rojavayê Kurdistanê rakirine ser pêyan û li dijî wê biryarê helwest û bertekên xwe nîşan didin.

‘DIVÊ ZIMANÊ KURDÎ DI DESTÛRA SÛRIYEYÊ DE WERE QEBÛLKIRIN’

Xwendekarê Zanîngeha Kobanê Beşar Şehîn di axaftina xwe de bal kişand ser girîngiya perwerdeya bi zimanê kurdî û wiha got: "Em Kurd in û ji mafê me ye em bi kurdiya xwe bixwînin. Daxwaza me ne tenê fêrbûna bi zimanê dayikê ye, lê em dixwazin zimanê me di destûrê de jî bê misogerkirin."

‘EM BIRYARA SÎNORDARKIRINA ZIMANÊ KURDÎ QEBÛL NAKIN’

Xwendekarê Zanîngeha Kobanê Cemal Mihemed bal kişand ser biryara ku zimanê kurdî tenê bi 3 waneyan ve sînordar dike û got: "Em wek xwendekar vê biryarê red dikin, zimanê me xeta me ya esasî ye.”

Her wiha Mihemed destnîşan kir ku mafê wan ê xwezayî ye ku bi zimanê xwe bixwînin û perwerdeyê bibînin û got: “Kurd dê her bi zimanê xwe bixwînin û perwerde bibin û em ê xwedî li zimanê xwe derkevin.”

‘DIVÊ EM BI ZIMANÊ XWE BIAXIVIN Û BIXWÎNIN’

Xwendekarê  Beşa Zanista Bijîşkî Mihemed Mihemed got tevî hîn gavan, pejirandina zimanê Kurdî ji aliyê hikumeta Sûriyê ve hîn ne li gorî daxwaz û hêviyên wan e. Her wiha Mihemed diyar kir ku ev 12 sal in xwendekar bi zimanê xwe yê dayikê perwerdeyê dibînin.

Di dawiya axaftina xwe de, Mihemed Mihemed bang kir û got: "Em daxwaz dikin ku zimanê Kurdî di destûra Sûriyê de bi awayekî fermî were pejirandin.”

‘ZIMANÊ KURDÎ XEML Û REWŞA JIYANÊ YE`

Mamosteyê Beşa Ziman û Wêjeya Kurdî li Zanîngeha Kobanê Diyar Hemî nerazîbûna xwe û ya xwendekaran li hemberî hewldanên sînordarkirina mafên zimanê kurdî di destûra Sûriyeyê de nîşan da.

Diyar Hemî destnîşan kir ku tu kes ji wan, çi wekî mamoste û çi wekî xwendekarên zanîngehê, biryareke wiha qebûl nakin û li dijî her cure sînordarkirina zimanê dayikê ne.

Her wiha Hemî bal kişand ser dewlemendiya ziman û destnîşan kir ku divê zimanê Kurdî bi tevahiya filkloriya xwe û xweşî ji hemû aliyan ve di destûrê de cihê xwe yê fermî û rewa bigire, da ku mafên çandî û neteweyî yên gelê Kurd werin parastin.

ANHA