Xwendekarên Amûdê: Zimanê dayikê mafê me ye

Xwendekarên ji gundewarên Amûdê diyar kir ku wan bi salane zimanê kurdî xwendine, perwerdeya bi erebî dê ji bo wan zehemt be. Xwendekaran gotin, perwerdeya bi zimanê dayikê mafê wan e.

Xwendekarên Amûdê: Zimanê dayikê mafê me ye
20 îlon, 2026   02:35
QAMIŞLO
SÎMAV MIHEMED

Xwendekarên ji gundewarên bajarê Amûdê biryara wezareta perwerdeyê ya hikumeta veguhêz a sînordarkirina perwerdeya zimanê kurdî ya 3 saet tenê di hefteyê de red kir û got, perwerdeya bi zimanê dayikê mafê wan ê bingehîn e.

Xwendekara bi navê Nûr Xidir a ji gundê Silinder anî ziman ku zehmet e ji nû ve dest bi xwendina zimanê erebî bikin û got, ew bi zimanê dayikê baş dixwîne û dinîvisîne, xwendekar doza mafê xwe yê perwerdeya bi zimanê dayikê dikin.

Lorîn Hisên a ji gundê Çaxir Bazar jî bi bîr xist ku xwendekaran bi salan bi zimanê kurdî perwerde dîtine û guhertina perwerdeyê bi zimanekî din dê zehmet be.

Îsa Omer jî refa 7‘an dixwîne ji Çaxir Bazar e diyar kir ku guhertina ziman dê bandorê li domandina xwendina wan bike.

Îsa Omer got, 3 saet tenê bi kurdî têrê nakê û  xwest minhac bi kurdî be.

Xwendekara bi navê Ala Kerîm ya ji gundê Bor Seîd destnîşan kir ku doza zimanê kurdî tenê girêdayî perwerdehiyê nîn e, lê belê girêdayî nasnameyê ye jî.

Alayê got, ew bi mafê xwe yê perwerdeya bi zimanê kurdî bi israr in.

Xwendekara bi navê Yasmîn ji gundê Topizê ye diyar kir ku wê ji refa 1‘emîn bi zimanê kurdî xwendiye, eger ziman bibe erebî dê domandina perwerdeyê ji bo xwendekaran zehmet be

Yasmînê diyar kir ku ew perwerdeya bi zimanê erebî red dikin û dixwazin xwendina xwe bi Kurdî bidomînin.

Xwendekara bi navê Laya Mihemed jî bi van gotinan doza mafê zimanê kurdî kir: "3 saet têrê nakê û em ne li dijî perwerdeya bi zimanê erebî ne, lê me bi kurdî xwendiye, em naxwazin tevahî mihac bibe erebî."

Laya destnîşan kir ku xwendekar dixwazin wekhevî di navbera her du zimanan de hebe û destnîşan kir ku zimanê kurdî ji bo wan nasname ye û ew rakirina zimanê dayikê ji minhacan red dike.

(bb)

ANHA