Xwendekarên ji Çilaxayê: Perwerdeya bi kurdî mafekî rewa ye

Xwendekaran xwestin zimanê kurdî bibe zimanekî fermî yê perwerdeyê û deskteftiyên 14 salan ên di warê perwerdeyê de hatin bidestxistin werin parastin. Xwendekaran biryarên ku wan ji domandina perwerdeya bi kurdî dûr dixin, red dikin.

Xwendekarên ji Çilaxayê: Perwerdeya bi kurdî mafekî rewa ye
18 mijdar, 2026   02:50
QAMIŞLO
BESNA ŞEMO

Xwendekarên qonaxa amadehî yên ji bajarê Çilaxayê têkildarî biryarên hikumeta veguhêz a Sûriyeyê yên der barê perwerdeya bi kurdî de ji ajansa me re axivîn.

‛PERWERDEYA BI ZIMANÊ DAYIKÎ MAFÊ ME YE’

Sîmav Munîr Mihemed anî zinan ku perwerdeya bi zimanê kurdî ne tenê mafekî ji bo wergirtina zanînê ye, lê di heman demê de mafekî xwezayî ye ku di dîrok, çand û hebûna gelê Kurd de kûr bûye.

Sîmavê destnîşan kir ku biryarên hikumeta veguhêz yên der barê perwerde û entegrasyonê de zerarê dide nasnameya civaka Kurd, netewe û destkeftiyên ku bi saya fedakariyên zarokên wê hatine bidestxistin.

Sîmavê diyar kir ku xwendekarên Kurd biryarên Wezareta Perwerdehiyê ya hikumeta veguhêz û komîteya entegrasyonê ger ku dîrok an jî mafên wan ên perwerdehiyê derbas kir red dikin û got: "Perwerdeya bi zimanê dayikê li herêmên me mafekî xwezayî ye. Divê zimanê kurdî wekî statuyeke bingehîn a pergala perwerdehiyê ku mafên gelê Kurd biparêze were naskirin."

‛ZANÎNGEHA ROJAVA BEŞEK JI SIBEROJA ME YA PERWERDEHIYÊ YE’

Barîn Omer jî fikarên xwe der barê bûyerên  li Zanîngeha Rojava de nîşan dan û hişyarî da ku "Bûyerên bi rengî siberoja xwendekaran tehdîd dike û destkeftiyên ku di nava 14 salan de di warê perwerdeya kurdî de hatine bidestxistin dixwe bin gefan."

Barîn Omer diyar kir ku divê entegrasyon ne li ser hesabê zimanê kurdî, nasname û mafên perwerdeyê yê gelê Kurd be. Her wiha bang li xwendekaran kir ku qebûl nekin ku divê ev prose nebe wesîleya bidawîkirina hêvî û siberoja wan.

Barînê got xwendekarên qonaxa amadehî îro li ber deriyên veguhastinê bo qonaxa zanîngehê ne û mehrûmkirina wan ji domandina xwendina xwe ya di Zanîngeha Rojava de bi ziman kurdî nayê qebûlkirin.

Barînê daxwaz kir ku dibistan û zanîngehên heyî weke statuya heyî li deverên wan bimînin û mafên xwendekaran ên hînbûn misoger bibin.

Sîma Murad jî diyar kir ku daxwaza perwerdeya bi zimanê kurdî nayê wê wateyê ku zimanê dîtir red dikin, lê ew aşkera dikin ku mafê hemûyan a perwerdeya bi zimanê dayikê ye û got fêrbûna bi zimanê kurdî fêrbûna bi zimanê dîtir qedexe nake, lê peywendiyê di navbera pêkhateyan de xurt dike.

Sîma destnîşan kir ku pêhakateyên herêmê bi hev re dijîn û dixwînin û ev li gotinên xwe zêde kirin: “Mafê hevala min e bi zimanê xwe yê erebî bixwîne, mafê min e jî bi zimanê xwe bixwînim.”

Sîma got, ji bo civakeke hevbeş were avakirin, divê rêz li pirrengiya zimanî û çandî were girtin û wekheviyê di maf û derfetên perwerdehiyê de pêk were.

Sîma Murad di dawiyê de xwest zimanê kurdî bibe zimanekî bingehîn di perwerde, jiyan û saziyan de.

(f)

ANHA