Xwendekarên Kurd: Mafê me heye ku em bi zimanê xwe fêr bibin

Xwendekarên Kurd biryardariya xwe ya li ser mafê perwerdeya bi zimanê Kurdî, parastina nasnameya xwe ya çandî û dîrokî nîşan dan û xwe xwedtin ku xwendina xwe bi zimanê ku bi salan e fêr bûne berdewam bikin.

Xwendekarên Kurd: Mafê me heye ku em bi zimanê xwe fêr bibin
17 cotmeh, 2026   02:35
HESEKÊ
CÎHAN MIHEMED

Bertekên xwendekarên Kurd û malbatên wan ên li dijî biryara kêmkirina saetên dersa zimanê Kurdî berdewam dikin.

Di vê çarçoveyê de, xwendekara bi navê Fehîma Bîco ji ajansa me re got: "Em dixwazin xwendina xwe bi zimanê xwe yê Kurdî bidomînin. Piştî ku biryara rawestandina bi tevahî ya hînkirina wê û kêmkirina saetên wê hat dayîn, me pirsgirêkek mezin kişand."

Fehîmayê diyar kir ku ziman amûrek bingehîn a têgihîştina çand û erdnîgariyê ye û wiha got: "Divê ew piştî van hemû salan ku me ji bo xwendina wê derbas kirine, me ji zimanê me cuda nekin. Zimanê me hebûn û nasnameya me ye û veqetandina ji wê tê vê wateyê ku hemû westana me vala çû."

Xwewendekara bi navê Bêrîtan Seîd nerazîbûna xwe ya li hember biryarê nîşan da û got, "Em ê tu carî biryara hikûmetê ya kêmkirina demjimêrên dersê bi zimanên xwe qebûl nekin. Em dixwazin bi zimanê xwe yê dayikê bixwînin, ne bi zimanekî din."

Xwendekara bi navê Aya El Hiso jî nerazîbûna xwe ya guhertina zimanê perwerdeyê anî ziman û got, "Em vê biryarê red dikin ji ber ku ew ji bo her kesî nayê qebûlkirin. Ez 9 sal in bi zimanê Kurdî dixwînim; ew zimanê bav, dapîr û bapîrên me ye."

Xwendekara bi navê Rûsêl Ehmed peyamek ji rayedarên pêwendîdar re şand û daxwaz kir ku hikûmeta veguhêz zimanê Kurdî bi fermî nas bike û mafê xwezayî yê zarokên Kurd bide wan ku bi zimanê xwe biaxivin û fêr bibin.

Di dawiyê de, xwendekara bi navê Hedîl Ebbas helwesta bêdawî ya xwendekaran li dijî perwerdea bi her zimanekî din nîşan da û got, "Îro, tevahiya gelê Kurd li dijî xwendina bi zimanekî ji bilî zimanê xwe yê dayikê ye, em ê bi tu awayî vê yekê qebûl nekin."

(k)

ANHA