Xwendekarên li Dêrikê dixwazin bi kurdî perwerdeya xwe bidomînin

Xwendekarên dibistanên Dêrikê biryara Wezareta Perwerdeyê ya hikumeta veguhêz ya sînordarkirina perwerdeya bi zimanê kurdî bi 3 dersan di hefteyê de, red kir. Xwendekaran daxwaza mafê xwe yê berdewamkirina perwerdeya bi zimanê dayikê û naskirina zimanê kurdî kir.

Xwendekarên li Dêrikê dixwazin bi kurdî perwerdeya xwe bidomînin
5 mijdar, 2026   05:47
QAMIŞLO
KESÛMA ELÎ

Biryara ku ji hêla Wezareta Perwerdeyê ya hikumeta veguhêz ya Sûriyeyê ve têkildarî perwerdeya bi zimanê kurdî li dibistanan hatiye dayîn, di nav xwendekarên ku bi salan e bi zimanê kurdî dixwînin de, bû cihê nerazîbûnê. Xwendekaran destnîşan kir ku sînordarkirina perwerdeya bi zimanê kurdî binpêkirina mafê wan ê perwerdeya bi zimanê dayikê ye û da zanîn ku heta daxwazên wan neyên bicihanîn, xwepêşandanên wan dê dewam bikin.

Xwendekarên ji bajarê Dêrikê ji ajansa me re axivîn. Xwendekara bi navê Berwar Kenan got: "Ez zimanê xwe yê kurdî dixwazim û ez naxwazim bi zimanekî din xwendina xwe bidomînim. Ma gelo xwendekarekî ji civaka Ereb dikare hemû bernameyên xwendinê bi Kurdî bixwîne? Ev pir dijwar e. Min 10 sal li pey hev bi kurdî xwendiye û niha ew dixwazin bernameya me biguherînin û zimanekî din li ser me ferz bikin. Em ne li dijî zimanên din in, lê em mafên xwe dixwazin. Em Kurd in û mafê me yê xwezayî û aşkera ye ku em hemû mafên xwe, perwerdeya bi zimanê xwe biparêzin."

Xwendekara bi nav Aliya Hacî bal kişand ser zextên ku xwendekar di nav dibistanan de pê re rû bi rû dimînin û got: "Hin kes hewl  didin me bê hêvî bikin û ji me re bibêjin 'Hûn çi bikin jî hûn ê nekarin bi zimanê xwe bixwînin’. Lê em ê teslîmî van bêhêvîkirinan nebin. Ez 10 sal e bi kurdî dixwînim û ji ber vê yekê ez mafê xwe yê rewa yê berdewamkirina hînkirin û fêrbûna bi zimanê xwe yê kurdî bêyî kêmkirin daxwaz dikim."

Xwendekarê bi navê Elî Hecî diyar kir ku qedexe an kêmkirina perwerdeya bi zimanê kurdî li ser tu mafekî exlaqî yan qanûnî nehatiye avakirin û got: "Ez daxwaz dikim ku bi zimanê xwe yê dayikê perwerde bibim. Ez 9 sal e li pey hev bi vî zimanî fêr dibim. Em ê dengê xwe bidin bihîstin û daxwaz bikin ku bi zimanê xwe werin perwerdekirin heta ku hemû daxwazên me werin bicihanîn û ev biryar were betalkirin."

)h(

ANHA