Xwendekarên li Hesekê daxwaza naskirina zimanê kurdî kir

Xwendekaran diyar kir ku perwerdeya bi zimanê kurdî mafekî rewa ye û daxwaz kir ku zimanê wan ê dayikê di destûra nû ya Sûriyeyê de were bicihkirin.

Xwendekarên li Hesekê daxwaza naskirina zimanê kurdî kir
22 mijdar, 2026   02:45
HESEKÊ
CÎHAN MIHEMED

Xwendekarên jin ên Kurd li bajarê Hesekê daxwaza parastina zimanê xwe yê dayikê dikin. Xwendekaran daxwaza bicihkirina zimanê kurdî di destûra nû ya Sûriyeyê de û garantîkirina berdewamiya perwerdeya wê, kirin.

Di vê çarçoveyê de, xwendekarên jin ên li Hesekê ji ajansa me re nerazîbûna xwe ya li hember biryara Wezareta Perwerdeyê ya hikumeta vegihêz a Sûriyeyê ya di 27`ê Tebaxê de ku fêrkirina zimanê kurdî tenê bi çend demjimêran sînordar kir, anîn ziman.

Xwendekar bi nave Lavîn Lulî diyar kir ku xwendina bi zimanê dayikê mafekî rewa ye ku bi fêrbûna zimanên din re nakok nîne.

Lalîn diyar kir ku ew ne li dijî zimanê erebî ne û dê li kêleka îngilîzî wê bixwînin. Lê ew ferzkirina bernameyek bi tevahî bi erebî û dûrxistina zimanê xwe yê kurdî napejirînin.

Xwendekara bi navê Dîlan Oso diyar kir ku biryara kêmkirina perwerdeya bi zimanê kurdî ji bo xwendekar û malbatên wan bi tevahî nayê qebûlkirin.

Dîlanê destnîşan kir ku nifşê nû ji zarokatiyê ve bi zimanê kurdî mezin bûye û xwendiye û da zanîn ku avakirina siberoja zarokên kurd bi berdewamiya perwerdeya wan bi zimanê dayikê ve girêdayî ye.

Xwendekara bi navê Dîlan Şêxê, rexne li biryarên ku ji hêla hikumeta veguhêz ve di vî warî de hatine dayîn kir û destnîşan kir ku nepêkan e ku zimanê perwerdeyê ji bo xwendekarên ku ji 11 salan zêdetir perwerdeya xwe bi zimanê kurdî wergirtine were guhertin. Dîlanê diyar kir ku mafê her gelê li welatê xwe heye ku bi zimanê dayikê bixwîne.

Dîlanê her wiha anî ziman ku daxwaza bingehîn ew e ku zimanê kurdî di destûra Sûriyeyê de were bicihkirin û biryarên nakok ên ku pêvajoya perwerdeyê û siberoja xwendekaran têk didin werin betalkirin.

(k)

ANHA