Xwendekarên Qamişloyê: Em daxwaza zimanê xwe dikin

Xwendekarên dibistanên Qamişloyê daxwaza sererastkirina biryara têkildarî zimanê kurdî kir û got “Em ne li dijî tu zimanên din in, lê em daxwaza fermîkirina zimanê kurdî dikin, em dixwazin ku em perwerdeya xwe bi zimanê kurdî bibînin.”

Xwendekarên Qamişloyê: Em daxwaza zimanê xwe dikin
12 mijdar, 2026   02:35
QAMIŞLO
BERFÎN ROJ

Xwepêşandan û çalakiyên xwendekarên li Qamişloyê ji bo redkirina biryara Wezareta Perwerde û Fêrkirinê ya hikumeta veguhêz a Sûriyeyê ya têkildarî zimanê kurdî û dayîna tenê 3 dersan di hefteyê de, didomin.

Der barê mijarê de xwendekarên refa 10`an ên Dibistana Hitîn û Dibistana Şehîd Jîr ên li Qamişloyê ji ajansa me re axivîn.

Xunav Hesen got: “Em ji bo zimanê kurdî li ser piyan e, em mafê xwe yê ziman dixwazin, zimanê me nasname, çand û dîroka me ye, ne pêkane ku zimanê me bê qirkirin û dawî lê were anîn, em ê heta dawiyê berevaniyê li ber zimanê xwe bikin, em ê li ser vê rêyê jî berxwedana xwe bidomînin, em ê pê jî nirxê şoreşa xwe di rûpelên dîrokê de binvîsin.”

Jiyan Mehmûd got: “Em daxwaza perwerdeya bi zimanê xwe dikin, em dixwazin ku mafê xwe û mafê xwe yê zimanî jî bi dest bixin, divê zimanê me yê kurdî bê fermîkirin û perwerdeya me bibe perwerdeyeke bi zimanê kurdî.”

Jiyan Mehmûd wiha pê de çû: “Ji refa yekê heta niha em bi zimanê kurdî dixwînin, em niha refa 10`an in. Em neçar dibin ku bi zimanê erebî bixwînin û em rastî zehmetiyên mezin tên.”

DAXWAZÊN SERERASTKIRINA BIRYARÊ

Melek Lezgîn Elî jî got: “Em weke xwendekarên Kurd dayîna zimanê kurdî di hefteyê de tenê 3 caran red dikin, zimanê kurdî zimanê me yê dayikê ye, ji mafê me ye ku em pê perwerdeya xwe bibînin ji bo wê jî em daxwaz dikin ku bibe fermî.”

Melek Lezgîn Elî wiha pê de çû: “Em ne li dijî tu zimaneke din in, em dixwazin hemû zimanan fêr biin, lê kurdî divê bibe zimaneke fermî, ev zêdetirî 10 sal in em di nava şoreşê de perwerdeya xwe bi zimanê kurdî dibînin, ji bo vê gavê bi hezaran şehîd bûne.”

Ehmed Ehmed jî got: “Ji 13 salan ve em perwerdeya xwe bi zimanê kurdî dibînin, vê salê biryar dan ku tenê 3 saet zimanê kurdî bê dayîn, em vê biryarê red dikin, zimanê erebî jî heye û em ne li dijî wê ne, divê li kêleka wê zimanê kurdî jî bibe zimaneke fermî û em pê perwerdeya xwe bibînin.”

Ehmed Ehmed hêvî kir ku biryar ji bo xwendekaran were sererastkirin.

(sb)

ANHA