Xwendekarên Tirbespiyê: Xwendina bi zimanê dayikê divê berdewam be

Xwendekarên Tirbespiyê da zanîn ku divê xwendina bi zimanê dayikê berdewam bike û ew biryara Wezareta Perwerdeyê red dikin.

Xwendekarên Tirbespiyê: Xwendina bi zimanê dayikê divê berdewam be
19 îlon, 2026   02:55
QAMIŞLO
EBAS XELEF

Xwendekarên Dibistana Şehîd Cahîda Ronak a Tirbespiyê biryara Wezareta Perwerdeyê ya ku zimanê kurdî tenê di hefteyê de 3 wane werin dayîn, red kir û daxwaza dayîna zimanê kurdî bi awayekî fermî û rojane kir.

Xwendekara bi navê Levîn Tahir ku refa 12` an bi dawî kiriye û dê derbasî zanînegehê bibe, dibêje me ji destpkê ve bi zimanê kurdî xwendiye û hetanî niha, em ê nekarin bi zimanê erebî xwendina xwe dewam bikin.

Levînê da zanîn ku ew tu carî  vê biriyarê qebûl nakin û daxwaz dikin ku zimanê dayikê were dayîn.

Pêla Ridwan diyar kir ku xwendina bi zimanê erebî ji wan re dê gelek zehmet be û got: " Me ji pêşdibistan ve bi zimanê dayikê xwendina xwe dewam dikir û em ê hetanî dawyiê bi zimanê xwe bixwînin, tevî hemû zehmetiya jî lê em ê berdewam bikin.

Pêla got ji mafê her netewane ku bi zimanê xwe bixwînin û xwedî lê derkevin.

Nejbîr Îsmaîl jî da xuya kirin ew divin bi zimanê dayikê biparêzin û xwendina bi zimanê kurdî dewam bikin û got: “Di destpêkê û heta niha xwendina bi zimanê kurdî ji mere gelek hêsan bû, ji ber zimanê me yê dayikê"

Nejbîrê xwest zimanê kurdî di hemû dibistanan de wekî berê were dayîn, fêrbûna zimanên din di hefteyê de 3 caran be em qebûl dikin, lê zimanê kurdî divê sereke be û di dibistanan de fermî were dayîn.

ANHA