YRK: Rejîma Îranê li sînorê Pênciwên êriş kir

Yekîneyên Parastina Rojhilatê Kurdistanê (YRK) ragihand ku şeva borî rejîma Îranê bi dirêjahiya saetekê bi dronên xwekuj êrişî hêzên wan yên li sînorê Pênciwênê kir, lê tu ziyaneke canî û madî negihişte wan û got “Ev êriş nîşana bêhêzî û bêîradetiya rejîma Îranê ya li hemberî hêzên me û daxwaza gelan in”

YRK: Rejîma Îranê li sînorê Pênciwên êriş kir
25 mijdar, 2026   12:58
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya Yekîneyên Parastina Rojhilatê Kurdistanê (YRK), têkildarî êrişên rejîma Îranê yên li ser hêzên wan daxuyaniyek da.

Daxuyaniya YRK`ê wiha ye:

“Rejîma Îranê careke din baregehên hêzên me yên li herêma Pênciwênê kirin armanca êrişên xwe yên hewayî.

Di 24`ê Mijdarê de, rejîmê bi bikaranîna dronên xwekuj, saet 9`ê şevê bi dirêjahiya saetekê, çar êrişên li pey hev birin ser herêma Pênciwênê. Di encama van êrişan de tu ziyaneke canî yan madî negihîştiye hêzên me û hemû hêzên me di ewlehiyeke temam de ne.

Ev êriş berdewamiya rêze êrişên çend rojên borî yên rejîmê yên li ser deverên cuda yên Kurdistanê ye. Ev êriş berdewamiya siyasetên şerxwaz ên rejîmê yên li dijî hêzên me, tevahiya hebûn û xwezaya Kurdistanê nîşan didin.

Dubarebûna van kiryaran, berî her tiştî, nîşana bêçaretî û bêhêziya rejîmê ya li hemberî çalakî, hebûn û hêza hevalên me ye. Rejîm bi serlêdana van êrişan hewl dide sînordarî û bêhêziya xwe tezmîn bike. Lê ev kiryar ne tenê rastiyên li qadê naguherin, di heman demê de fikar û bêhêziya rejîmê ya li hemberî daxwaza gelan derdixin holê.”